'Wê li sahayan rengê jinê serdest be'

11:40

JINHA

AMED - Eda Yavuz bi lacika xwe dê derkeve sahaya kesk û li sahaya Amedê wek jinek hakemtiyê bike û wiha berdewam kir: "Wek jin li her derê karê em dikin me nîşanî hemu kesî da. Ne tenê lîstina gogê, ez bawerim jin dikarin bir rêve jî bibin û hakemtiya gogê jî bikin. Wê li hemu qadê sahayê kesk rengê jinê serwerbe."

Li Tirkiyê ne tenê di sporê de jin pêşdikevin, jinên hakem jî zêde dibin. Bi teybetî di salên dawî de jinan hişmendiya mêran şikandin û cihê xwe li hemu qadên sporê girt. Piştî gogê, di basket û voleybol de jî jin di qada hakemtiyê de xwe pêş dixin. Li Kurdistanê di demên dawî de wek komên futbolê û di heman demê de jî jinên hakem zêdetir bûn. Zubeyde Îçer li herêmê tenê jina hakem bû û nuçeya wê hati bû çêkirin. Wê demê Zubeyde wiha daxwezê xwe anî bû ziman "Ez tenê naxwazim mêr li sahayê bin, ez dixwazim jin jî li sahayê cih bigirn.' Niha jî Eda Yavuz wek jinak hakem cih li sahayê digre. Eda da zanîn ku wê wek jinek bilaçik hebûna xwe li sahayê kesk da xwiya kirin û wiha lêzêde kir: "Ez ne tenê bawerdikim ku jin li sahaya gogê bilîzê, ez bawer dikim ku jin dikare gogê bi rê ve bibe ji bo wê jî min pişeyê hakemtiyê hilbjart. Wê li hemu qadê sahaya rengê jinê serwerbe."

'Tişta ez dixwazim dikim'

Eda got ku ew hertim di nava sporê deye û wiha axivî: "Ez li Zanîngiha Dîcle xwendekara Beşa rahênerim. Ez hertim bi sporê re di nav hev deme. Di dema derbasbûyî de ez bi gogê di lîstim, lê vega bi fatbolê di lîzim. Ez beşa hakemtiyê dixwînim û ez zehf diwxazim bibim hakem. Ez bilaçikim, çaxa ku min biryara vê beşê da hinek hevalên min piştgirî dan û hinakan ji bo ku ez bilaçikim jî gotin; 'ev kar li te nayê, vî karî neke.' Lê min bi gotina her kesê nekir û min biryara xwe da. Niha jî tişta dixwazim dikim."

'Em ê jin hemu sahayên kesk bigirin'

Eda diyar kir ku di farqa karê xweyê giran deye, lê ew dixwaze li sahaya kesk jin xwiya bikin û hakemên jin zêdetir bibin û wiha pedê çu: "Êdî hemu kes fêrî profila jinê ya sporê bûye. Lê hertim goga jina mer bi rê ve dibe. Em hatine asta vê hişmêndiyê bişkîn in. Çaxa pêşî ku min biryara hakemtiyê da hemu kes ecêb man û gotinên weke; 'We xwest hun bibin futlbolcî, hun bûn, ma ev ne besî weye' dihatin gotin. Mêran ji me bawer nedikir ku em hakemtiyê bikin. Me biryara em bilîzin daye û em ê xwe bi rê ve jî bibin. Em ne tenê koma jinan bi rê ve dibin, em komên gogê a meran jî bi rê ve dibin."

'Xeyala min a mezin ku ez bikevim nav FIFA Navnetewî'

Eda got ku deme pêşî hemu kes ecêb dima ku jinek hakembe û wiha dom kir: "Di serî de em jin qabûl nedikirin. Em fikirîn ku em ê çawa karibin karê xwe baş bikin. Em li hemu derêne û em didin nîşan ku em di hemu karan de serkeftî dibin. Ez dema pêşî bi laçika xwe hatim hinek guman bi mir re çêbûn, lê paşê fikirîm ku laçika min ji karê min re ne astenge. Jinan hebûna xwe li hemu qadan nîşan da. Bila mirov ne mînîn şaşwaz ku ez wiha derkevim sahaya wek hakeme kî. Me hebûna xwe li hemu qada nîşan da û wê jin hebûna xwe berdewam bikin. Xayala min ya mezin ku ez bikevim nav FIFA Navnetewî."

(dt/zt)