Armanca Meryem yê herî mezin tevlî olîmpiya cîhanê bûyîne

09:13

Medîne Mamedoglu/JINHA

AMED - Meryem Pekmez ya ku li Amedê li Kayapinar Belediye Sporê wekî atlet û meşvan xebatên xwe pêşve dibe, bi serkeftinên ku bi dest xist hevrîkên xwe têk bir wiha got, "Armanca min yê herî mezin tevlî olîmpiya cîhanê bûyîne."

Meryem Pekmez (15) ji şaxa Atletîzmê li Kayapinar Belediye Sporê dest bi xebatê kirî, ligel tengasiyên maddî jî serkeftinên bi dest xistiye balê her kes dikêşe ser xwe. Meryem bi maneviyeta ku ji malbatê û piştgiriya ku ji kulubê distîne serkeftinên mezin bi dest dixe. Meryem Pekmez serkeftina pêşbirka Balikesîr Ayvalik bi dest xistiye û di heman pêşbirkê bi serkeftinê xwe reqorê li Tirkiyê şikandiye. Meryem diyar kir ku ew bi serkeftinên xwe ji sporvanên Amedê re dibe mînak û bi xeyalên serkeftinên nû têdikoşe. Meryem ne tenê li Ayvalikê di heman demê de li Antalya û Stenbolê jî tevlî pêşbirka bazdanê bûye û serketiye.

'Ez heya dawî bi serkeftinên xwe bawerim'

Meryem diyar kir ku ew di refa siyem de dest bi sporê kiriye û wiha got, "Ji 10 saliyê xwe tevlî meşa sporê bûme. Mamoste wê demê hat dibistanê û pêşbirk li dar xistibû. Ez di wê pêşbirkê de bûm yekem. Dema ku min dest bi sporê kir baweriya min bi serkeftinê hebû. Lê min texmîn nedikir bighêjim vê astê. Bi piştgiriyê mamoste û malbatê xwe gihêştim vê astê. Dema ku min nû dest bi vê beşa sporê kir her kes ecêb mabû. Şaxên cuda ên sporê hene. Lê malbat ji ber dexwazê min gelek piştgirî dan min. Gelek xebitîm û xeyalên min ên xweş derbarê sporê de hene. Ji bo armanca xwe ez ê her tişt bikim."

'Min zehmetî kêşand lê min dev jê berneda'

Meryem da zanîn ku ew dema dest bi meşê kiribû gelek zehmetî hatibû û wiha pêde çû, "Lê min dev jê berneda. Di her pêşbirkek de min digot 'berê jî biserketim ez ê niha jî serbixim'. Bi vê hêrsa xwe biserketim. Ji ber li herêmê gelek kes vê şaxê nasnakin herîkên min çênabin. Lê li bajarên Tirkiyê hevrîkên bi hêz hene. Ferqê me ji hev eve, ew ji ber ku spore dikin lê min jiyanê xwe tev daye vê riyê." Meryem wiha dirêjî da gotina xwe, "Dema ku li Tirkiyê qezenc dikim, gelekî xwe kêfxweş hîsdikim. Ew di nava şert û mercên baş de mezinbûne. Yê min tenê malbat piştgirî dide min. Di warê maddî de jî rastî gelek zehmetiyan têm lê bi baweriya serkeftinê têdikoşim."

Meryem wiha dawî li gotina xwe anî, "Bi piştgiriyê malbat û mamosteyên xwe min serkeftinên mezin bi dest xist. Niha jî armanca min yê herî mezin bûyîna olîmpiya cîhanê ye. Ji bo wê niha ked didim û dixbitim. Ez bawer dikim ku di olîmpiyayê de jî serkeftinek mezin bidest bixim."

(rc)