Ew rûhê jinê didin lestûka basketbolê

10:49

JINHA

AMED - Koma Basketbol ya Memleketspora Riha û Jinên Basketbolvanên Tirkiyê ya di lîga 2. de cih digrin, bi serkeftinên xwe nûnertiya bajêr dikin. Ji basketbolvanên jin Hale Cengîz got, "Wek jinek ku basketbolê dileyîzim xwe gelek bi hêz hîsdikim. Spor têkoşîne, bi sporê re em tewîz ji têkoşîne nedayînê hîndibin."

Koma Basketbol ya Memleketspora Rihayê a ku di rêza duyem de nûnertiya herêmê dikin û di heman demê de cihê xwe di 2. lînga Basketbola Jinên Tirkiyê de digrin, bi buçeyek kêm dileyîzin û serkeftinên mezin bi dest dixin. Serkeftinên ku kom di lîgê de bidest dixin hem nûnertiya bajêr baş dikin hem jî cihek taybet di çavê mirovan de bidest dixin. Kom li hember reqîbên xwe yê Osmaniye yê û Antalya serkeftin bi dest xistiye û cih di 2.lîgê de girtin. Leystûkvanên komê gotin, "Em sporê dikin, ji bo herkes basketbolek baş temaşe bike em dixebitin.

'Bi sporê re em tewîz ji têkoşînê nedayînê hîndibin'

Ji basketbolvanên jin Hale Cengîz got, "Ez wek lestûkvanek serkeftî di koma Rihayê de dileyîzim. Ez ji perwerdehiya beden û Dibistana Bilind a Sporê mezûn bûm. Dexwaza min a zaroktiyê bûyîna mamosteya perwerdehiya beden bû. Ji ber gelek ji sporê hezdikim. Jin dikare serkeftinên mezin di qada sporê de bi dest bixe. Berî hertişt hînê tevgerek xwazayî dibe. Em xwedî komek başin. Wek jinek ku basketbolê dileyîzim xwe gelek bi hêz hîsdikim. Spor têkoşîne, bi sporê re em tewîz ji têkoşîne nedayînê hîndibin. Wek komin û bi rûhê komê têdikoşin. Bi serkeftinên xwe me baş nûnertiya Rihayê kiriye. Divê tevahî dayîk û bav heskirina zarokan yê hember sporê zêdebikin. Wê demê dê bawerî li hember xwe di nava civakê de zêde be."

'Spor ji raqebetê wêdetire'

Dîlek Asoglu diyar kir ku ji ber serkeftinên hember Antalya û Osmaniya yê sûdên mezin bidest xistine û wiha pêde çû, "Ez ji Rihayê me û di koma bajarê xwede basketbolê dileyîzim. Ligel temenê xwe ya biçûk di komek wiha de cih girtin ji bo min gelek bi sûde. Ez lestûkvanên pispor mînek ji xwere digrim. Ji ber basketbolvan ji bo ku mirov ji lestûkê hezbikin ked didin. Spor ji raqebetê wêdetir rûhê komî dide avakirin. Dema ku rûh yekbe serkeftin pêk tê. Em niha berendamê şampiyonê ne."

'Basketbol gelek li rûhê jinê tê'

Hamîde Cengîz jî da zanîn ku basketbol gelek li rûhê jinê tê û wiha got, "Şaxê tevahî sporê xweşin. Lê belê basketbol gelek li rûhê jinê tê. Koma me serkeftinên mezin îsal bidestxist. Ez bawerim ku em ê bibin şampiyon. Butçeyê me gorî komên din jî kêmin. Lê dema ku em bi heskirin nêzdibin serkeftin dibe yê me."

(rc)