'Dixwazin qadên jiyanê jinan tune bikin'

09:04

JINHA

AMED - Jinên ku li Stadyuma Atatûrka Amedê sporê dikin, destnîşan kirin ku zîhniyeta desthilatdariyê dixwaze qadên jiyana jinan tune bike û wiha gotin, "Qadên ku em derdikevin lê nefes digirin cardin ji aliyê dewletê ve dixwazin bên tune kirin. Dixwazin şerek cuda li hember jin bidin despêkirin û tune bikin."

Stadyuma navenda Amedê ser 51 hezar metre qad hatî avakirin. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di kongreya AKP'ê ya Hezîrana 2012'an de axivî bû û gotibû ew ê li qada stadyumê ji bo 10 hezar kesî mizgeft çêbike. Piştî daxuyaniyê desteya wezîran qada stadyumê wek qada taybet diyar kir. Dûvre ew qad dewrî TOK'yan hat kirin û niha jî hin niqaş tên kirin ku qada stadyumê bikin cihê parkê anjî AVM lê avabikin.

Ev rewş jinên ku li Stadyumê dimînin ji nêzve bandor dike û li hember vê jinan bertekê xirakirina qadê nîşandan. Sultaqn Balkaş (34) diyar kir ku ew bi salane sporê dike dema ku spor neke xwe kêm dibîne û got, "Bi dehan jin em radibin û li vir sporê dikin. Qadên heyî jî difroşin û hewldidin qada jiyanê tang bikin. Cihê herî baş ji bo me stadyumbû ji bo sporê. Lê firotin. Bila qadên me yê jiyanê tang nekin."

'Bi çêkirina TOKÎ'yan dê jiyan bê beton kirin'

Asya Donmez (50) diyar kir ku ew 5 salin li Stadyuma Ataturkê sporê dike û got, "Ev stadyum jiyana me aram dike. Cihê Stadyumê TOKÎ avakirin jiyanê beton dike. Ji xwe her der û her cihî ji bo jinan qedexe dikin." Fatma Canan (60) jî balkişand ser êrîşên dewletê a hember Sûrê û got, "Ji xwe her sibê em bi dengê topbaranê û guleyan ji xwe radibin. Derûniya me tev xira bûye, qadên ku ji bo nefes girtinê em dertênê ji aliyê dewletê ve tê tune kirin. Li hember jin şerek cuda dane despêkirin û tune dikin. Bi vê yekê dixwazin jin nava malde dorpêç bikin. Piştî sporê pirsgirêkê min a tenduristî jî ji holê rabû."

'Bila Stadyumê bi TOKÎ ve nedin fetisandin'

Gûlsum Bakan (50) diyar kir ku ew sporê ji bo tenduristiyê xwe dikin, eger nekin dê her gav nexweş bikevin û neçar bimînin dermanan bikarbînin. Gûlsum bilêvkir ku ew qadê Stadyumê bikar tînin divê bi TOKI nedin fetsandin û wiha pêde çû, "Em naxwazin vir bê hilweşandin. Eger hilweşînin jî bila şûna stadyumê ne TOKI' qadên jiyanê avabikin. Qadên ku jin û zarok lê nefes bigrin û tevlî jiyana civakî bibin çêkin. Divê şaredarî dest bavêje vê pirsgirêkê û çareser bike."

(rc)