Jin bi sporê re qedexeyan binpêdike

10:39

Nişmiye Gûler/JINHA

WAN - Navenda Jiyana Jinê a Rojîn bi vekirina qursê sporê re hem jiyanek bi tendûristî hedef dike hem jî qadê jiyanê berfireh dike. Belma a ku tevî qursê bûye balkişand ser tundiya hember jin û got, "Ji bo em qedexeyan binpêbikin, me aktîvîtên civakî esas girt."

Navenda Jiyana Jinê a Rojîn ya ku di binesaziya Şaradariya Bajarê Mezin a Wanê de xebat dimeşîne, ji bo jin tevî xebatê jiyanê bike kar dike. Navenda jinê heya roja îro gelek atolyên wêne, merş û bi vekirina qursên cur be cur hewldide jinê bi aweyek aktîf tevlî jiyanê bike. Navend vê carê jî ji bo jiyanek bi tendûrist qursa sporê vekir. Qursa sporê rastî eleqeyek mezin hat û 90 jin ji bo qeydê xwe bikin serî lêdan. Rêvebera navendê Aynur Baykal Turkmenoglu diyar kir ku armanca wan bi sporê re jinan tevî jiyana civakî kirine.

'Ên ku naçin tedewiya fîzîk jî tên sporê'

Aynur da zanîn ku qelewbûn di jinan de zêde bûye ji bo dixwazin sporê bikin. Aynur da zanîn ew encamên baş bi spora jinan re digrin û wiha domkir, "Tevgerên ku li tedewiya fîzîk tê dayîn li ba me jî heye. Em her mihê jinan dipîvin ka çiqas guhertin heye. Dema ku jin dibînin spor encam digre kêfxweş dibin. Ev yek me jî kêfxweş dike û bi vê ve em dibînin ku kedê me vala naçe."

'Spor dihêle ku tevgera mirov bi tendurist be.

Aynur destnîşan kir ku spor sûdê dide bedenê jinan û wiha domkir, "Nimûne, hevalek me hebû di rabûn û xwe xarkirinê de tengasî dikêşiya. Lê bi sporê re niha gelek baştir bûye." Aynur da zanîn ku spor bêhn standinê mirovan jî spor baştir dike û got di nava civakê de nan gelek tê xwarin û bilêvkir ku ligel sporê divê ji xwarinê re jî bi baldar bin. Aynur di dawiya gotina xwe de got divê tevahî jin berê xwe bidin qursê ji bo sporê bikin.

Belma Kahraman (32) diyar kir ku du heyvin tê sporê û wiha got, "Ji bo jiyanek bi tendurist min biryar da ez bêm sporê. Li Wanê jiyan li jinan tê dorpêç kirin. Em jî ji bo qedexeyan binpêbikin, me aktîvîtên civakî esas girt. Li vir tenê em ne spor dikin heman demê de parvekirina me bi jinan re jî pêş dikeve."

(rc)