Zîlana Basketbolvan bi berxwedanê astengdariya xwe derbaskir

10:55

JINHA

AMED - Leystûkvana Koma Basketbola Jin a Rezanê Zîlan Gûlsûm ji ber qezayek neçar ma demek ji sehê dûr bimîne, niha vegerî sehê û serkeftinên girîng bi dest dixe. Xeyalê Zîlan tenê vegera Koma Millî a ku neçar maye jê veqetê ye.

Koma Basketbola Jina a Şaredariya Rezanê, yek ji komên girîng ên herêm û Amedê ye. Koma ku niha di 2. Lîg de têkoşîna xwe dide, xwedî leystûkvanên jîr û jê hatî ye. Serkeftina koman bê guman bi ked û fedakariya leystûkvanan e. Yek ji leystûkvanên ku ligel her zehmetiyê, ji ked dayînê xwe nedaye aliyek Zîlan Gûlsûma 18'e saliye. Zîlana ku sporvanek ciwane astengdariya xwe bi girêdan û heskirina xwe yê komê re derbas kir. Xeyalê Zîlan tenê vegera Koma Millî a ku neçar maye jê veqetê ye.

'Ji zaroktiya xwe ve min despêkir'

Zîlan diyar kir ku ew ji temenê xwe yê zaroktiyê dest bi basketbolê kiriye û wiha qala wan deman kir, "Mamosteyên ku hatin dibistanê xwendekaran hilbijêrin, min keşf kirin. Wê demê bejna min gorî temenê min dirêjbû. Mamosteyan hîna di serî de ji min re gotibûn tunê bibî basketbolvanek serkeftî. Min hêz ji vê gotinan girt û tevî piştgiriya malbatê heya Koma Millî serketim. Bi piştgiriya kulubê ji basketbolvanên jin re me serkeftinên mezin wek kom bi dest xist."

'Bi berxwedanî min bê hêviya xwe şikand'

Zîlana ku berî 4 salan qeza derbaskiribû neçar ma demek dirêj ji sehê dur bikeve diyar kir ku ew bandorek mezin li ser jiyana wê kiriye û wiha pêde çû, "Di encamê de salek min basketbol ne leyîst û min ji hin tiştan tavîz da. Demên despêkê derûniya min xirab bibû, lê dûvre hindek başbûm. Maçên ku tevlîbûm min serkeftin bi dest xist, bi vê yekê rewşa min başbû. Niha ji berê çêtirim. Bi berxwedanî min bê hêviya xwe şikand."

'Ez ê ti car dev ji têkoşîna xwe bernedim'

Zîlan wiha dirêjî da gotina xwe, "Wek kesayet min xelata Şampiyoniyê Anadoluyê, leystûkvana bi rûmet û hêjmara kraliçeyê stand. Dûvre di şampyona Tirkiyê de jî min xelata hêjmara kiraliçeyê stand. Eger min dest bi karek kir heya dawî ez pêde diçim, ti car dev ji têkoşîna xwe bernadim. Dixwazim cardin bikevim Koma Millî û karê xwe bi serbixim. Ji ber vê gelek dixebitim. Ez bi biryarim vegerim rewşa xwe yê berê." Zîlan di dawiyê de jî got ku ew jiyana xwe ji bo basketbolê feda kiriye.

(rc)