Koma Futbola Jin a Mûşê: Divê her jin cihê xwe li sehê bigre

09:02

JINHA

AMED - Lestûkvanên Koma Futbola Jin a Mûşê qala zehmetiyên ku jin di qada sporê de dikêşin kirin û peyama "Em ê têkoşîna xwe bidomînin" dan.

Yek ji qadên ku cudakariya zayendî lê tê kirin futbole. Li hember nêzîkatiyên zayendîperest bersivê herî baş ji jinên futbolvan tên. Koma Futbola Jin a Mûşê ên ku niha di 3. Lîgê de cih digrin û armanc dikin ku xwe bighînin 2.lîgê, bi têkoşîna xwe armanc dikin vê salê bibin şampiyon. Ligel armanca serketinê têkoşîn hember hişmendiya ku dibêje "Futbol karê mêre" didin. Endamên komê diyar kirin ku bûyîna futbolvanek jin gelkî zehmete û gotin li gel zehmetiyan ew ê têkoşîna xwe bidomînin û li tevahî bajaran nûnerên xwe diyar bikin.

'Ji ber kes naxwaze ez ne mecbûrim dev ji futbolê berdim'

Sertîma Komê Songûl Alkan diyar kir ku futbol ji bo wê xwedî cihek taybete û got, "Ez 6 salin futbolê dileyzim. Futbol ba min xwedî cihek taybete û dema ku ez dadikevim sehê aramiyêk mezin dijîm. Ev hest tenê têra lestikê futbolê dike." Songûl qala zehmetiyên ku wek futbolvanên jin ên Mûşê dijîn kir û wiha pêde çû, "Ji ber astengî û zehmetiyên dertê pêşbirê me, girêdana min hember futbolê zêdetir dike û dihêle ku têkoşîna min xurtir bibe. Li vir bûyîna futbolvanek jin ne hêsane û zehmete. Lê ji ber kes naxwaze ez ne mecbûrim dev ji futbolê berdim."

'Divê her jin cihê xwe li sehê bigre'

Songûl da zanîn ku li Mûşê du komên jin ên futbolê heye û got herdu di 3.lîgê de dileyzin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Îsal gava ku me dest bi lîgê kir armanca me şampiyontî bi dest xistinbû, lê bê şansiyê me çêbûn. Li gel vê hêviya me bilinde. Komek me yê bi hêz heye û tevahî leyistokvanên me bi keda xwe hînbûne. Ji maç qezençkirin zêdetir armanca me lestûkvan qezençkirine. Futbol ji bo me û bi taybet ji bo Kurdistanê cudahiyeke. Ez dixwazim her jin futbolê bileyze û cihê xwe di sehê de bigre."

'Em ji sporvanên din ên Mûşê re dibin mînak'

Leystûkvana komê Merve Alkan jî diyar kir ku spor rengek a jiyanê ye û wiha domkir, "Ez ê lestûka xwe yê futbolê bidomînim. Divê jin li tevahî qadên sporê cih bigre. Hevalên min ên komê jî tev hiwa difikirin. Em bi vê xwastekê dixebitin û di lîgê de têkoşîna şampiyoniyê didin. Em ê vê têkoşîna xwe bidomînin." Leystûkvana 4 salan Şûheda Alkan jî got, "Ji zaroktiya xwe bi futbolê dileyzim. Li nava kolanan her derî min dileyîst. Ligel her zehmetî ez ê leystûka xwe li Mûşê bidomînim. Wek kom em serkeftinên mezin bidest dixin û ji sporvanên din ên Mûşê re dibin mînak."

(rc)