Nursel Aydogan: Bêhiqûqiya li dijî me berdewam dike

14:32

AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ya ku ji ber di sala 2011'an de tevli merasîma cenaze bû hat girtin di parastina xwe de wiha got: "Ji ber dijberî û bêhiqûqiya ku ji aliyê dewletê ve li dijî me pêk hat, me bi hevalên xwe yê parlamenter re biryara ku em tevli dozê der barê me de hatine vekirin da."

Danaşîna 12'emîn a dozên ku ji ber di sala 2011'an de tevli merasîma cenazeyan, meşan bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" û "Li dijî qanê muxalefetî kirye" bi daxwaza 18 sal cezayê girtîgehê li Parlamentera HDP'ê ya girtî Nûrsel Aydogan hatin vekrin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Duyameîn a Amedê hat dîtin.

'Ev biryara berxwedana demokratîk e'

Nûrselê ji Girtîgeha Sîlîvriyê bi rêya SEGBÎS'ê tevli danaşînê bû. Parêzerê Nûrsel jî li li daneşînê amade bûn. Nûrsel ya ku parastina xwe kir wiha got: "Di meha gulanê de destnedana me bi awayê dijqanûnî hat rakirin. Me jî bi hevalên xwe yên parlamenter re ji ber bêhiqûqiya ku li me hat kirin biryara ku em ê tevli dozên derbarê me de hatine vekirin nebin da. Ev biryar ji bo bi milyonan kesên ku em hilbijartine û rêzdariya li hemberî vîna wan e. Ez dixwazim bibêjim ku bêhiqûqiya li dijî me hatiye kirin berdewam dike û girtina me ya digirtîgehê de jî nîşaneya vê ye."

Nûrselê der barê sûcdarkirina xwe ya di îdianameyê de jî îtîraz kir û wiha got: " Ji bo her meşeke ku em tevli bûne der barê me de fezleke hatiye amadekirin. Ez dibêjim ku çalakiyên partiyên siyasî ne sûc in. Malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane û deng dane me li hêviya ku em tevli merasîma cenazeyê zarokên wan bibin e. Tevlibûna merasîma cenaze di heman demê de erkeke însanî ye. Tevlibûna merasîma cenaze ne sûc e."

Daxuyanî ne sûc in

Parêzerê Nûrselê, Devrîm Bariş Baran jî di parastina de wiha got: "Di îdianameyê de jibil3i niyet xwendinê tiştek tuneye. Îdianame di warê madî û hiqûqî de bêbingeh e. Muwekîla min parlamenter û siyasetmedar e. Daxuyaniya çapemeniyê ya ku bûye mijara sûcdarkirinê, serdana şînê, beşdarbûna merasîma cenaze têkîliya wî bi bangawaziya rêxistinê ve hatiye girêdan. Daxuyaniyên muwekîla min di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ye. Ez beraeta wê dixwazim."

Dozge doz taloq kir

Dozgerê dozê piştî parastinan xwest ku Nûrsel bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" "li dijî qanûna civîn, xwepêşandan û meşan derketiye", "ligel ku endama rêxistinê nîne jîli ser navê rêxistinê sûc kiriye" ev sûcên ku kiriye ji ber ku di 2011'an de hatine kirin di çarçoveya Qanûna Hejmar 6352 bê taloqkirin.