Şewata li Yurdê ji serokwezîr hat pirsîn

17:04

ENQERE- Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgtalp, şewata li Edeneyê ya li yurdê ku di encamê de zarokan jiyana xwe ji dest da ji serokwezîr pirsî.

Parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp şewata li yurdê ku li Edeneyê pêk hat û 11 zarok û perwrdekarek di encamê de mirin ji Serokwezîr Bînalî Yildirim pirsî. Sîbel bi pêşnûmeya ku da meclisê ev pirs ji serokwezîr pirsîn:

*Yurda ku zarokên keç lê diman aîdê kê ye?
*Kontrola avakirinê ya van yurdan di destê kê de ye û herî dawî li yurdê kengî kontrol hat kirin?

*Berpisiyarên vê şewatê kî ne?

*Kesên di vê kursê de dixebitîn çen kes bûn û karê ku dikirin çi bû?
*'Li gorî qanûna rêveberiya MEB'ê ya yurdan tenê ji bo xwendekarên lîse û zanîngehê yurdên taybet dikarin bên vekirin. Lê 11 zarokên ku bi şewatê hatin qetilkirin xwendekarên dibistana rote û temenê wan di navbera 11-14'an de bû. Li gorî ku ev yurt li dijî qanûnê ye kê destûr da ku bê bikaranîn?

*Ligel ku ji bo zarokên dibistana seretayî destûra yurdê nayê dayîn, yurdên 'Cemaetê' yên ku tên vekirin Saziya Perwerdeya Mill bi çi awayî destûrê dide vekirina van yurdan?