‘Em ê li dijî zîhniyeta yekparêz qezenc bikin’

09:36

WAN- Endama DBP MYK’ê Gulcîhan Şîmşekê balkişand ser girîngiya têkoşîn û rêxistibûna li dijî polîtîkayên zextê û êrîşên li hemberî gelê Kurd. Gulcîhanê gotina hevserokên xwe yên di girtîgehê de bibîr anî û anî ziman ku ewê li dijî zîhniyeta yekparêz qezenc bikin.

Pêvajoya bi tayînkirina qayyûman, girtina hevserokan û ji peywirê durxistinê dest pê kir, di rojên borî de jî wezîrê karê hundir Suleyman Soylu talîmata lêpirsînê da walîtiyan ku hevserokatî sûce û têkildarî vê de lêpirsîna îdarî bê destpêkirinê. Endama DBP MYK’ê Gulcîhan Şîmşekê bi lêv kir ku şaredarî bi îradeya gel hatine qezenckirin û di demên dawî de ti demokrasî nemaye û azadî hatine qûtkirin.

‘Wê têkoşîna me bidome’

Gulcîhanê wiha berdewam kir: “Di 12’ê îlonê de gel rastî polîtîkayên înkar û zextê hatibûn. di salên 90’î de jî gotin ‘ya divê biqede ya divê biqede.’Ev îro jî didome. di salên 2000’î de jî gel dengên xwe da partiya ku demokrasiyê diparêze. Em îro dinêrin êrîşek topyekun heye. Em jî wek hevserokên xwe yên di girtîgehê de dibêjin ku emê li dijî zîhniyeta yekparêz qezenc bikin.

Gulcîhanê bi lêv kir ku 106 şaredariyên DBP’î hene û ji van 36 heb jî qayyûm hatine tayînkirinê û ev titş anîn ziman: “Îradeya gel tine dihesibînin. Em îro dema diçin şaredariyên xwe di derî de nasnameyan kontrol dikin. Gelo ev ji bo gelê kur hêjaye. Divê ev bê dîtin. Divê îrade bê tinekirin. Ev polîtîka li dijî Kurdan pêk tê.
Gulcîhanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Li dijî zext û êrîşan divê civakek rêxistinkirî hebe. Ez bang li aliyên siyasî dikim. Divê em bi perspektîfa mal bi bi mal rêxistinkirinê civakek rêxistinkirî derxin holê. Divê xwedî li demokrasiyê bê derketin û bê parastin.”