Besîme Konca: Sara Aktaş bi îdianameyên Cemaetê hedef tê nîşandan

13:49

ENQERE -Berdeva Jinana a HDP^ê Besîme Konca bertek nîşanî nûçeyên bê bingeh yên ku piştî binçvakirina endama Korodînasyona KJA'yê Sara Aktaş de hatin weşandin da û wiha got: " Bi binçavkirina Sara Aktaş tê xwestin ku îdianameyên KCK'ê bên rojevîkirin û tê xwestin ku operasyonên nû bên meşrûkirin. AKP dixwaze ku êrîşên li ser têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê bi dosyayên ku ji aliyê cemaetê ve hatine amadekirin bîne pêşberî civakê."

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê û parlamentera Sêrtê Besîme Konca li ser navê Koma HDP'ê der barê binçvkirina endama Koordînasyona Kongra Jinên Azad (KJA) Sara Aktaş de dexuyanî da çapemeniyê. Besîme ya ku li Navenda Giştî ya HDP'ê axivî wiha got: " Em bi manîpulasyoneke cidî re rûbirû ne. Hevala me Sara Aktaş piştî ku zanîngeh qedand têkoşîna azadiyê a jinan da meşandin. Di sala 2009'an de ji doza bingehîn a bi navê KCK'ê ku oparasyonên wê ji aliyê Cemaetê ve hatin pêkanîn hat girtin."

Besîme diyar kir ku dozgerên doza KCK'ê dişopandin niha gelekên wan yan firarin û an jî di girtîgehê de ne û wiha berdewam kir: " Lê ev du roj in medyaya alîgir der barê Sara de nûçeyên ku Doza Bingehîn a KCK'ê nîşan didin diweşîne. Lê derewên ku lê zêde bikin jî nemane. Dîsa li gorî derewên cemaetê nûçe tên weşandin. Sedema girtina Ayla Akat Ata, ya Sebahat Tuncel û ya parlamenterên me jî ji ber dosyayên ku ji aliyê Cemaetê ve hatine amedekriin ku AKP dîsa ji nû ve tîne pêşberî civakê ve ye."
'Alaattîn Agar yê ku we derxist CNN'ê kî ye?'

Besîme saziyên medyayê û bi taybetî j î C NN Turk yên ku Sara wekî berpirsiyara KCK'ê ya Tirkiyeyê nîşan dan rexne kir û wiha got: " Em dixwazin ji CNN Tirkê bipirsin Alaattîn Agar yê ku we ew wekî mirovê ji ewlehî û terorê berpirsiyar der xwist bernameyê kî ye? Alaatîn Agar yê ku tevli bernamyê bû û got ku binçvkineke baş e ger ku Sara Aktaş biaxive dê têkiliya KCK'ê ya bi hêzên gilobal re derkeve holê divê ji van axaftinên xwe şerm bike."

'Faşîzm ne tehemûlî kurdê mirî û ne jî tehemûlî yê dijî dike'

Besîme ya ku diyar kir Sara ev sal û nîveke li derve ye û xebatên KJA'yê didan me şandin ev tişt got: " Sara hevaleke me ya ku têkoşîna azadiya jinê dida meşandin e. Ger ku di şexsê wê de tê xwestin têkiliyên KCK'ê yên global bên naskirin ev şerma dewletê ye û tê wateya ku dewlet evqas bêçare ye. Em bang li medyaya alîgir dikin ku nûçeyên rast çêbike û erka xwe ya çapemeniyê bi cih bîne."