Ayşe Efendî: Gel li hember êrîşan di berxwedana xwe de bi biryare

09:41

KOBANÊ- Hevseroka TEV-DEM'ê Ayşe Efendî û Hevseroka Meclîsa Gel ya Kantona Kobanê Suad Şêx Demîr êrîşên dewleta tirk ya li ser bakûrê Sûriyê û bi taybet yên li ser herêma Şehbayê nirxandin û gotin: "Dewleta tirk bi riya êrîşên xwe ew ê nekaribe tu caran bighêje armancên xwe. Ji ber ku gelê kurd biryara serkeftin û azadiyê daye."

Êrîşên dewleta tirk roj bi roj li ser herêmên Rojava-Bakûrê Sûriyê zêde dibin. Piştî pêngava 'Xezeba Firatê” êrîş her ku diçe dijawrtir dibe. Di encama êrîşan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Têkîldarê geşedanên li bakûrê Sûriyê û bi taybet yên li herêma Şehbayê Hevsroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya Kantona Kobanê Ayşe Efendî û Hevseroka Meclîsa Gel ya gundên rojavayê Kantona Kobanê Suad Şêx Demir nirxandin kir.

'Armanca êrîşan herêmên ku Rêveberiya xweser lê hatiye îlankirine'

Ayşeyê diyar kir ku li hember êrîşan gelê kurd biryara serkeftin û azadiyê girtine û wiha got: "Armanca dewleta tirk yên li ser herêma Şehbayê, Kantona Efrînê û bajarê Minbicê tê zanîn. Ji bo dagirkirinê herêmê êrîşê sivîlan dike. Niha jî bê navber êrîşê bajarê Minbicê dike. Ew ê tu encam ji van êrîşên xwe dernexe. Ji ber gel li hember êrîşan di berxwedana xwe de bi biryare. Bi êrîşa Minbicê re dixwaze berê xwe bide hemû deverên ku Rêveberiya Xweser lê hatiye îlankirin."

'Polîtîkayên dewleta tirk têk çûye'

Ayşeyê destnîşan kir ku êrîşên dewleta tirk ya li hember herêma Şehba, bajarê Minbicê û Kantona Efrînê encama têkçûna siyaset û têkiliyên wan yên dîplomasiye û wiha domand: "Dewleta tirk îdîa dike ku Rûsya û Emerîka piştgiriyê dide hêzên li Rojava. Eger piştgirî daba wê li hember van êrîşan bê deng nemaban. Gelê Rojava li hember êrîşan bi baweriya têkçûna Erdogan li ber xwe didin. Çeteyên DAIŞ'ê jî hêz ji êrîşên dewleta tirk digrin û êrîşê herêmên bakûrê Sûriyê dikin. Niha Tirkiyê bi navê xwe dibistanek li Ezazê vekiriye. Dixwaze pergala xwe wiha bide rûnişkandin. Lê divê tevahî gel vê yekê zanibe, tenê bi şermezarkirinê nabe. Pêwîstî bi berxwedanek mezin heye."

'Bi berxwedanê re serkeftin tê qezenckirin'

Hevseroka Meclîsa Gel ya gundên rojavayê Kantona Kobanê Suad Şêx Demir jî êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar kir û wiha axivî: "Tirkiyê bi êrîşkirina li ser Minbicê bê hêziya xwe dide nîşandan. Bi destpêkirina pêngava “Xezeba Firatê” êrîşên wan dijwar bûye. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê serkeftinên pir mezin ji hêla hêzên YPG/YPJ'ê û QSD’ê ve hatine bidestxisitn. Li dijî êrîşên Tirkiyê berxwedaneke mezin dane meşandin. Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê jî êrîş û zextên pir zor li ser gel û bi taybet li ser jinan dide meşandin. Dixwaze li her deverê berxwedana gel pûç bike. Lê ticaran hêza me nayê pûçkirin, wê têkoşîna me jî berdewam bike. Bi berxwedanê re serkeftin tê qezenckirin."