Suzan Kiliç: Bi hepsa malê nekarin têkoşîna jinê biqedînin

09:36

EDENE-Hevseroka HDP’a Seyhana Edeneyê Suzan Kiliç ku îxbarek li Edenê hincet hat nîşandan û hepsa malê danê, diyar kir ku îradeya gel nekare bê hepskirin. Suzanê da zanîn ku nekarin jinan ji siyasetê qût bikin û wiha berdewam kir: “Dixwazin me jinan bi girtin û hepsê malê têkoşîna jinê biqedînin. Lê jin wê ti car destê nede vê.”

Li Edeneyê bi sedema îxbareke maîlek adîa ya bê navber 14 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin û piştî 9 rojan derxistin pêşberî dadger. Têkildarî 6 kesan de pêkanîna kontrola edlî hat dayîn û ji bo 8 jinan jî hepsa malê hatibû dayîn. Hevseroka HDP’a Seyhan a Edenê Suzan Kiliç ku rastî hepsa malê hat, diyar kir ku zextên li hemberî partiya wan ya 6 mîlyon deng girtiye ji ber sazbûna desthilatdariyê pêk tê û wiha berdewam kir: “Zextên li li dijî partiya me pratîka dewlet û desthilatdariyê ye.”

‘Ji ber hincetên şênber tinebû hepsa malê dan’

Suzanê diyar kir ku di girtekên ku şandin avahiyê partiyê de îfadeyên ‘Di vê avahiya vê navnîşanê de li ser navê rêxistinê civîn hatiye kirin’ cih girtine û wiha pê de çû: “Em 9 rojan bi awayekî kêfî binçav kirin. Em baş dizanin. Ji bo ku em li dijî zext û bêhiqûqiyan bêdeng bimînin ev kirin. sedema girtina me jî hincetên gelek komîk bûn. Dozger û dadger li gorî hiqûqê biryarê nadin. Siyasetê dilîzin. Ji bo bo me bigirin hincetên wan yên şênber tinebû. Ji ber vê hepsa malê dan.”

‘Ancax gelê me dikare me ji derveyê siyasetê bihêle’

Suzanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ev rêbaza cezakirinê ji bo ku ji têkoşînê dur bixînin tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew dibêjin qey wê bi hepsa malê me ji gelê me qût dikin. Dibe ku me hepsê malê bikin lê nekarin îradeya me heps bikin. Emê li her derê siyaseta xwe bidomînin. Ancax gelê me dikare me ji siyasetê bike.”

‘Têkoşîna jinê wan ditirsîne’

Suzanê bi lêv kir ku têkoşîna jinê hedef tê girtin û dixwazin bi van êrîşan têkoşîna jinê biqedînin. Suzanê got ew li dijî van zextan serî natewînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em jin wê zêdetir xwe rêxistin bikin. Emê hepsê zîhniyeta wan nebin. Yên ji siyaseta jinê ditirsin bi sedsalane me ji siyasetê dur dixin. Lê îro jin teqez desturê nadin vê.”