Qeyûm tayînî şaredariya Bedlîsê jî kirin

15:01

BEDLÎS - Wezareta Karên Hundir piştî ku bi ser bi ser şaredariya Bedlîsê de hat girtin û hevşaredarên wê hatin girtin, Walî Ahmet Çinar wekî qeyûm tayînî şaredariyê kir.

Şaredariya Bedlîsê ya ku hevşaredarên wê hatin girtin, qeyûm tayînî wê hat kirin. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat dayîn hat diyarkriin ku Huseyîn ji peywirê hatiye girtin û li şûna Huseyîn walî Ahmet Çinar li şûna wî wekî wekîlê şaredar hatiye tayînkirin.

Hêjayî gotinê ye ku di 24'ê mijdarê de di saetên serê sibehê de bi ser Şaredariya Bedlîsê de hatibû girtin û li şaredariyê ji aliyê polîsan ve lêgerîn hatibû kirin. Piştî serdegirtinê Hevşaredar Nevîn Daşdemîr Dagkiran û Huseyîn Olan hatibûn binçavkirin. Hevşaredarên ku hatin binçavkirin berî piştî bi rojekê derxistin dozgeriyê û bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin.