4'mîn Kongreya DBP'ê ya awerte pêk hat

13:52

AMED - DBP'ê li Amedê 4'mîn kongreya xwe ya awerte pêk anî û hevserok, rêveberên nû hilbijart. Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca di kongreyê de wiha got: "Ligel tevahî êrîşan bêy ku em bitirsin em ê berxwedana xwe mezin bikin. Eger em coşa xwe belavî her derî bikin em ê deriyê Îmraliyê û tevahî girtîgehan bişkînin."

HDP'a Amedê 4'mîn Kongreya xwe ya awerte li Kompleksa Sporê ya Kayapinar pêk hat. Kongre bi tevlîbûna Parlementera HDP'a Amedê Feleknas Uca, Hevserokê Giştî ya DBP'ê Kamûran Yûksek, Meclîsa Dayikên Aştî, tevahî hevşaredar, Meya-Der, ESP, Komeleya 78'an û tevahî rêveberên HDP-DBP'ê yên bajêr û navçeyan pêk hat. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê û temaşekirina sînevizyonê dest pê kir.

Di kongrê de Parlementera HDP'a Amedê Feleknas Uca axivî û diyar kir ku ew di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û got ku pêk hatina kongrê di pêvajoyek wiha de girînge.

'Piştî darbeyê rûyê AKP'ê yê qirêj derket holê'

Feleknasê destnîşan kir ku hikûmet bi aweyek dijwar êrîşê gelê kurd dike û got ku pêk hatina kongreya DBP'ê di vê pêvajoyê de bersivek bi hêze. Feleknasê anî ziman ku li hember êrîşan hevgirtinek bi hêz heye û bal kişand ku armanca îktîdarê tunekirina vîna gelê kurd e. Feleknasê daxuyand ku dijminê gelê kurd hesabên şaş dikin û got ku gelê kurd ne gelê berê ye, êdî bi felsefeyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevdigerin û wiha pêl da gotina xwe: "Bi darbeya 15'ê Tîrmehê re îktîdarê xwest her tişt bixe bin desthilatdariya xwe. Piştî dareyê rûyê AKP'ê yê qirêj derket holê. Bi girtina Sebahat Tuncel û siyasetmedaran xwestin me bitirsinin. Ligel tevahî êrîşan bêy ku em bitirsin em ê berxwedana xwe mezin bikin. Eger em coşa xwe belavî her derî bikin em ê deriyê Îmraliyê û tevahî girtîgehan bişkînin."

Feleknasê got "Gelê kurd wê wek çiyayên Cûdî û Gabarê serî netewîne" û anî ziman ku gelê kurd wê tu sînor û astengî nasnekin. Her wiha Feleknasê berxwedana xwişkên Mirabel jî bi bîr xist û got ku jinên kurd wê bi berxwedana xwe sala 2016'an veguherinin sala azadiyê.

Piştî axaftinê nameyê Hevserokê DBP'ê Alî Şîmşek yê girtî ji aliyê Hafîze Îpek ve hat xwendin. Alî Şîmşek di nameyê xwe de diyar kir ku li hember êrîşan asta berxwedanê wê bilind bibe.

Hevserokê Giştî ya DBP'ê Kamûran Yûksek jî bi lêv kir ku ji bo aştî û çareseriyê ew giranî dane xebatên xwe. Kamûran anî ziman ku AKP'ê û medyayê desthilatdariyê li hember siyasetmedarên kurd polîtîkayê qirkirinê pêk tînin. Her wiha diyar kir ku ji bo xizmeta gelê kurd ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî axaftinan hevserok û rêveberên nû hatin hilbijartin. Navê hevserok û rêveberên hatine hilbijartin wiha ye:

Hevserokên DBP'ê ya Bajêr: Rûken Emîne Akça û Zekî Baran

Rêveberên Lijnê: Eylem Ceylan, Leyla Ayaz, Guler Menteş, Nalan Gozen, Alî Erdemîrcî, Abbas Ercan, Fuat Pekdogan, Garîp Kandemîr, Vasfiye Yigit, Hikmet Altu, Pinar Sakıktekin, Songul Kapanci, Rifat Ronî, Fehmi Aktaş, Mehmet Oynak, Abdullah Arkan, Zozan Akboga, Aytaş Durmuş, Celal Aldemir, Nazım Çıglık, Orhan Işik, Umît Işlenme, Firat Çarçel.