Hedye Yûsif: Li hember êrîşan berxwedaniyek hevpar divê bê raberkirin

09:19


RIMÊLAN - Hevseroka Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federal Demokratîk ya Rojava- Bakûrê Sûriyê Hedye Yûsif têkîldarê êrîşên dewleta tirk ya li hember bakûrê Sûriyeyê û bajarê Minbicê diyar kir ku Tirkiyê di zîhniyeta faşîzmê de bi îsrare û got ku, ew ê wek gel parastina xwe ya rawe pêk bînin.

Hevseroka Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federal Demokratîk ya Rojava-Bakûrê Sûriyê Hedye Yûsif di derbarê geşedanên li bakûrê Sûriyeyê de nirxandin kir. Hediyeyê anî ziman ku êrîşên dewleta tirk ya li hember bakûrê Sûriyeyê û bi taybet li hember Minbicê nayê pejrandin û wiha got: "Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi piştgiriya hêzên QSD'ê berxwedanek mezin li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê raberkirin û Minbic rizgarkirin. Berdêlên mezin hatin dayîn. Lê dewleta tirk di zîhniyeta faşîızmê de bi îsrare. Di bin navê şerê li dijî terorê êrîşê hêzên parastina Minbicê û sivîlan dike. Li Minbicê çeteyên DAIŞ'ê tuneye. Hedef hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gelên sivîle. Ev êrîş dijî rêgezên şer û mirovahiyê ye. Binpêkirina axa welateke din e. Minbic 3'ê sale di bin dagirkeriya çeteyan de bû."

'Erdogan dixwaze xewna salteneta Osmaniyan zindî bike'

Hedyeyê destnîşan kir ku êrîşên li ser bajarê Minbicê ne tenê gelê bajêr, di heman demê de tevahî gel hedef digre û wiha pêde çû: "Dewleta tirk êrîşê bajarê Cerablûsê kir û dagirkir. Li hember vê dagirkeriyê tevahî cîhan bê deng ma. Ji ber vê niha berê xwe dide bajarê Minbicê. Divê ev yek were teşhîrkirin. Li hember herêma Babê û Ezazê jî bê navber êrîş pêk tîne. Erdogan dixwaze xewna salteneta Osmaniyan zindî bike. Divê baş were zanîn, êrîş vîna tevahî gelên herêmê hedef dike. Li hember êrîşan dervî riya berxwedaniyê û têkoşînê tu riyek me ya din tuneye."

'Bi sedan welatî neçar man koç bikin'

Hedyeyê anî ziman ku li hember êrîşên dagirkeriyê divê tevahî civaka Sûriyeyê bibe xwedî yek helwestî û wiha domand: "Hêzên Koalîsyonê jî divê xwedî helwest be. Ji ber armanca êrîşan axa me, gelê sivîl in. Xaniyên welatiyan tev di êrîşan de wêran dibe. Ji ber êrîşan bi sedan welatî ji herêma Babê neçar man koç bikin. Berxwedaniyek hevpar divê bê raberkirin.

'Helwestek bi hêz li holê tuneye'

Hedyeyê bi lêv kir ku îro ew şerê çeteyên DAIŞ'ê û hêzên terorê dikin û wiha pêl da gotina xwe: "Artêşa tirk bi dagirkirina Sûriyeyê re dixwaze terorê li tevahî cîhanê elav bike. Erdogan meydanê ji tevahî cîhanê re dixwîne. Lê helwestek bi hêz li holê tuneye."

'Gel wê parastina xwe ya rewa pêk bîne'

Hediyeyê di dawiyê de jî bang li gelê kurd, hêzên navnetewî û raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî kiryarên dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê bibin xwedî helwest û wiha axivî: "Divê cîhan ji vê re dengê xwe bilind bike. Tirkiye wek dewleteke dagirker ku alîkariya terorê dike, were darizandin. Erdoxan were darizandin. Li hember her cure êrîş ev gel wê parastina xwe ya rewa pêk bîne."