Ji hevdîtina jinan çavdêrî: Coş, kelecan û biryarbûn

09:41

JINHA

AMED- Di 20’ê Mijdarê de ‘hevdîtina jinan’ pêk hat û diyariyê Zehra Eplî ya li girtîgeha Gebzeyê bedena xwe da ber agir kirin. Bi pergala Tevgera Jinên Azad biryara bilindkirina têkoşînê hat dayîn. Di hevdîtinê de kelecan û coşek mezin serdest bû û biryarên hatin girtin jî xwedî girîngiyek dîrokî bû. Jin wê ligel hemû astengiyan rêxistinbûna xwe mezintir bikin.

Hevdîtina Jinan ya di 20’ê Mijdarê de bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DBP’ê pêk hat bi hezaran jin tevlî bûn. Hevdîtina pêk hat diyariyê Zehra Eplî ya ku li girtîgeha Gebzeyê geşedanên li Tirkiyeyê protesto kir û bedena xwe da ber agir hat kirin. KJA’yê biryar girt ku bi avabûneke nû xebatên xwe berdewam bike. Ji derveyê welat ji Rojava jin û rêxistinên xwedî fikrên cuda tevlî bûn. Jinan ligel stranên Kurd govend gerandin û dirûşmeya hevpar jî ‘Emê bi berxwedanê qezenc bikin’, ‘Jin jiyan azadî’ bû.Jinên li dijî girtina KJA’yê bi bertek bûn, diyar kirin ku sîwaneyek tinebe jî wê bên cem hev û xebatên rêxistinê bidomînin. Li salona civînê wêneyê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Asya Yuksel û her sê siyasetmedarên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin hat daliqandin. Her çiqas ji ber kêmbûnan jin şikestîbin jî kelecana hatina ligel hev mezin bû.

‘Wê her qad bibin cihê xebata KJA’yê’

Endama berê ya KJA’yê Fatma Kaşanê diyar kir ku jinên li qadên rêveberiyên xweser hatine qetilkirin ti car neyê jibîrkirin. Fatmayê wiha got: “Di 2016’an de êrîşên li dijî jinan di asta herî jor de bûn. Sedsala 21’ê li ser faşîzmê tê pêşxistin. Her kolan, mal û tax cihê xebata KJA’yê ye. Ev girtin konsepta dewletê ne. Ji ber vê jî li Rojhilata navîn li Kurdistanê di şexsê têkoşîna azadiya jinên Kurd dide, pêvajo çawa dimeşe bila bimeşe têkoşîna azadiya jinên ciwanê wê wisa bi teşe bibe.”

‘Aştî wê bi pêşengiya Ocalan pêş bikeve’

Yek nokteyên din yên balkişand jinên ji Ewropayê hatibûn. Parlametera Ewropayê Julîe Ward da zanîn ku ew li dijî qanûna têkildarî zarokan ku hewl tê dayîn bikeve jiyanê matmayî maye û got wê li PE û cihên din çalakî û kampanyayan pêk bînin. Julîe destnîşan kirku qanûn dilê wê diêşîne. Endama Meclîsa Partiya Sînn Feîn Cara Mc Shane bi lêv kir ku divê Komara Tirkiyeyê jî wek Îrlandayê rastiyan demildest bibîne û bi PKK’ê re bê cem hev. Cara daxuyand ku divê pêvajoya aştiyê bi pêşengiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve pêk bê.”

‘Di pergala TJA’yê de biryara xebatê’

Di hevdîtinê de îmze avêtin biryarên girînge. Ji Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik diyar kir ku ji bo Tirkiye berbi tarîtiyê ve neçe divê jin bibin mertal. Ceylanê bang li jinên CHP û Tirkiyeyê kir ku divê li dijî qanûna AKP’ê seknek dij bê nîşandan. Biryareke din ya girîng ev bû ku bi biryara ku ji pergala KJA’yê dest bernedin re wê di vê dema navberê de hemû pêk hate xebtên xwe bi navê Tevgera Jinên Azad (TJA) de bimeşînin.

Piştî encamnameyê jinan soza ‘Emê teqez qezenc bikin’ dan û tililî kişandin.