HDP: Em ê li Meclisê xebatên xwe bidomînin

15:26

JINHA

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen di civîna koma partiya xwe de diyar kir ku wan biryara berdewamkirina xebatên li Meclîsê dane û wiha axivî: "Em ê ne van deran teslîmî we bikin ne jî bibin figuranê lîstîka vê derê. Em ê niha li vir bin. Em we aciz bikin jî em ê li vir bin."
Civîna koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) cara sêyemîn bêyî hevserokên giştî yên hatine girtin hat lidarxistin. Hefteya yekemîn axaftinên hevserokan ên demên berê hatibûn temaşekirin. Hefteya borî jî ji bo astengkirina mêvanên HDP'ê şermezar bikin bêyî mêvan hatibû lidarxistin û tenê Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li salona ku kes nebû axivî bû.

Gelek platformên jinan û saziyên sivîl jî tevli civînê bûn

Platforma Jinê ya Enqereyê, Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, Kampus Cadilari, EMEP, Halkevlerî, Eîtîm Sen û hevparên HDP'ê beşdarî civînê bûn.

Serokwekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel welatiyên ku li Sêrtê di hezana ku çêbû de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û civîn da destpêkirin. Demîrel destnîşan kir ku hikûmet welat ber bi karasetê ve dibe û wiha axivî: "Li hemberî vî tarîtiyê careke din baweriya me xurtir bûye ku em ê li dijî feraseta ku jin, kedkar, nivîskar, akademîsyen û herî dawî vî çinarê me yê aştiyê Ahmet Turk binçavkirine bi ser kevin."

'Çalakiyên jinan pêşnûme paşve dan kişandin'

Çaglar destnişan kir ku piştî berxwedana jinan pêşnûme paşve hat kişandin û heta ku ev pêşnûmeya tecawizê rewa dike bi temamî paş ve bêkişandin û betalkirin dê têkoşîna xwe bidomînin, niha ji şermê veger çêbûye lê ji bo ji holê bê rakirin ew ê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin.

Nameya Yuksekdag jî hat xwendin

Çaglar piştre jî nameya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Kandirayê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan şandiye xwend.

'Em meclisê naterikînin'

Piştî axaftina Demîrel vê hefteyê jî Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen axivî û wiha got : "Ne em ê wekî ku hûn hêvê dikin an jî dixwazin van deran teslîmî we dikin ne jî em ê bibin figuranê lîstika vê derê."

Ayhan wiha berdewam kir: "Divê li vî kursiyê hevserokên me biaxivin. Hevalên me yên parlamenter ên divê li bin 18 roj in dîl in. Ev tablo dê wekî leşekî reş derbasî dîroka demokrasiya Tirkiyeyê bibe, wekî şermekî derbasî dîroka demokrasiya Tirkiyeyê dibe."

Ayhan anî ziman ku serdana wan a girtîgehê bi kêfî tê astengkirin û wiha got: "Têkîldarî serdana parlamenteran rêziknameya Wezareta Dadê nayê şîrovekirin. Di madeya 40'emîn de tê gotin parlamenter dikarin bi girtiyan re hevdîtinê pêk bînin. arlamenter dikarin hevdîtina vekirî pêk bînin. Heke Wezareta Dadê li gorî vî tevnegere, kêfî nêz bibe gotinekî din nepêwîst e. Dê rojekî hesabê vî jî bê pirsîn her hal di ferqa vî de ne. Beriya her kesî ev rêzikname Wezîrê Dadê girêdide."

Ayhan, anî ziman ku Hevparên Lîjneya Îro ya Meclîsê duh bi darbeyekê rê li pêş rêveberiya Parlamentera HDP Pervin Buldan girtine û darbeyek din pêk anîne û wiha got: "Duh şev nîvê şevê em rastî darbeyek din hatin. Wekîlê Serokê Meclîsê bi awayekî rûtin navê ku vê hefteyê Lijneya Giştî bi rêve bibe, ji bo bi rêve nebe, bi nivîsekê ferman dide Serokê Meclîsê û dixwaze bi rêve nebe. Ger ku li welatekî Serokê Meclîsê nikaribe xwe bigîne Wekîlê Serokê Meclîsê li wî welatî darbe pêk tên."

Ayhan Bîlgen, wêneyê di destê xwe de nîşan da û destnîşan kir ku ji ber sersarî û xemsariya siyasetmedaran komkujî li Sêrtê pêk hat û wiha got: "Ji bo pariyek xwarina helal bibe mala xwe di nava hezar zahmetî de xebitîn. Xizmê karkerekî got 'Li welat û warê ku êdî em nikarin pesê xwe jî bi ewle biçêrînin karker neçarî şertên xerab tên hiştin.' Dîsa gotinên hikûmetê jî bi qasî mirinê tahl in. Ji dûr ve li Kanê dinerin û dibêjin îhmal tune ye. Wezîrê Tenduristiyê li cihê xwe dinere û dibêje îhmal tune ye. Ev jî wekî Soma ye. Çawa ku li Soma îhmal hebû li vir jî ihmal heye."
Ayhan, behsa KHK'ê ku îro hatin weşandin jî kir û wiha got: "Ev welat her roj bi biryarên nû yên KHK'ê hişyar dibe. Zêdeyî 16 hezar mirov bê pirs û lêpirsîn ji kar hatin dûrxistin. 16 hezar mal bê xwarin hatin hiştin. Bê hêvî man. Bi hezaran mamoste bê kar hatin hiştin û piştre gotin "Yên herfekê fer bikin ez dê 40 salan bibim koleyên wan"

Ayhan, helwesta hikûmetê ya nêzîkatiya li hemberî aboriyê û Dolaran jî rexne kir û wiha got: "Serokwezîr têkildarî aboriyê dibêje ji ber Trump hat hilbijartin aborî ket vî halî. Yanî sûc û berpirsiyariyê davê ser DYA'yê. Lê tu qusûra DYA'yê di vê yekê de tune ye."

Ayhan, tayînkirinên Kayserî û Stenbolê yên 28'ê Sibatê jî bi bîr xist û wiha got: "Wê demê bêtir bi însaf bû. Destûr didan ku ji meclîsên xwe qeyûm tayîn bikin. Lê niha ev tablo nîşan dide ku mextûriyetî têr nake ku mirov heq be. Mexdûriyet rê li pêş siyasetê vedike. Tenê adîlbûn û ertemî têr nake.

Yên ku wekîlan tîne ser kar gel e. Yên ku wekîlan ji kar bigire jî dîsa gel e. Şaredarî û rêveberiyên ku we nekarîbû bi siyaset û darazê bi dest bixin, hûn niha dikarin bi darê zorê bi dest bixin. Em naxwazin bi operasyonên siyasî tune bibin. Em destûr nadin ku bi vî rengî mudaxaleyî siyasetê bikin û vê yekê ji bo xwe bikin wekî çandekê.

Niqaşên qanûna bingehîn

Ayhan, anî ziman ku ew ji kesên ku dibêjin an hûnê li Tirkyeyê mezin bibin an jî biçûk bibin û wiha domand: "Ger hûn bixwazin mezin bibin hûnê bi kurdan re aştiyê pêk bînin. Ger hûn naxwazin biçûk bibin dîsa hûnê bi kurdan re aştiyê pêk bînin. Tu çareyek we ya din tune ye. Kurd tiştek mezin ji we naxwaze. Tenê dibêjin em pirsgirêkê bi rêya axaftin û diyalogê çareser bikin. Lê hûn axaftinê na şerkirinê dihilbijêrin. Ger hûn bi vî aqlî biçin, dği dawiyê de hûnê ji darizandina komîsyonên Neteweyên Yekbûyî bi pareyê qirêj dewrkirin û piştgirî dayîna terorê xiraptin bên darizandin. Wezîr ne ji bo xwestina Gulen ji bo xwestina Riza diçin Dewletên Neteweyên Yekbûyî. Ger Riza li wir biaxive dê pirsgirêk derbikeve ne Gulen."

Ayhan, balkişand ser nîqaşên ji bo çêkirina Qanûna Bingehîn ên di navbera AKP û MHP'ê û wiha domand: "Di mijara qanûna bingehîn de li Tirkiyeyê saziyên civaka sivîl gelek xebat dan meşandin. Qedera 80 milyonan ji aliyê 8 kesan ve li pişt deriyên dirtî nayê nîqaşkirin. Ji te re dibe qanûn lê nabe qanûna bingehîn. Qanûna Bingehîn peymana civakê ye, tê wateya bi hevre avakirinê. Lê ji berk u derdê wî ji xwe re qanûn çêkirinê vê jî wekî qanûna bingehîn nîşan dide. Ji bo rewşa fîîlî bigihîne statuya qanûnan MHP piştgiriyê dide wan."

Biryarên li meclisê hatin aşkerakirin

Ayhan biryara xebatên partiya xwe ya li Meclisê jî wiha aşkera kir: "Em dizanin ku em bi kîşan zehmetiyan û bi saya kê li virin. Barê kesên ku ji bo partiya xwe canê xwe dane li ser milê me ye. em dizanin ku deynê kê li me heye. Em ê biryara, em ê li ku bisekinin, kîjan peywiran çawa bînin cih bi hevalê xwe Hamdullah ê ku li Çewligê di dema xebatên hilbijartinê de hat qetilkirin re bidin. Bêyî ku em Erkan Ozturk ê ku li Arnavutkoyê di xebatên hilbijartinan de jiyana xwe ji dest da ji bîr bikin. Em ê kesên ku ji bo partiyê canê xwe dane bi bîrbînin û wiha biryar bidin. Bêyî ku em kesên ku xwestin hevalên me li Erziromê di wesayîta hilbijatinê de bişiwetînîn ji bîr bikin dê biyarê bidin. Dema em biryar didin em ê çavên Ceylan Onkol ji bîr nekin. Em ê dayika Taybet ku bi rojan cenazeyê wê li erdê hat hiştin ji bîr nekin. Lê vê baş bizanin; em ê van cihên ku we hesaba wan dikin em ê teslêmî we nekin û nebin fîguranê vê lîstikê. Em ê ne vê hêştirê bajon ne jî ji vê welatî biçin. Barê me girane û em ê lidarxistina civînên gel bidomînin. Ji bo me banga gelê ku em ji bo parastina dozekê şandine vir ji hemû tiştî girîngtire. Em ê ji bo biryarek dawî van nîqaşan bidomînin. Em ê niha li vir bin, em we nerihet bikin jî em ê li vir bin."