Ji parlamenter Julîe Ward ji bo Leyla Bîrlîk name

10:07

JINHA

AMED – Parlamentera Partiya Sosyalîst a Îngîlîz Julîe Ward, ji bo xwişka xwe parlamentera girtî ya HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk nameya piştevaniyê nivîsin. Julîe di nameya xwe de wiha got: “Emê axaftina xwe ya li ser îdeolojiya dijminê jinê, nîjadperest û zaroka AKP’ê û Erdogan berdewam bikin. Ji me pir ditirsin. Ji ber em jin xurtin.”

Parlamentera AP û Partiya Sosyalîst a Îngîlîz Julîe Ward ku tevlî ‘Civîna Jinan’ a ji aliyê meclîsa Jinan a DBP’ê ve pêk hatî bû ji bo parlamentera girtî ya HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk name nivîsî. Julîe got di di vê hevîtina jinê de gelek bi kelecan bûye û got girtina siyasetmedarên jin yên HDP’ê ji bo welat windahiyek mezine. Julîe di nameya ji bo Leylayê nivîsiye de wiha got:

‘Bi hêviya hevdîtina rojên ku em azadiyê diqîrin’

“Hêja Leyla, ez vê peyamê ji te re ji Konferansa Jinan a Amedê dişinim. Wêneyê te li dîware û rihê te bi me re ye. Em li vir ji her derê Ewropayê wê îdeolojiya dijminê jinê, nîjadeperestî û zalimiya AKP’ê û Erdogan wê biaxivin.Ji me pir ditirsin ji ber ku em gelek xurtin. Ez jî wek te jialiyê mirovan ve bi awayekî demokratîk hatime hilbijartinê. Ez jî wek te jinekim û hunermendin. Ji hemû hevalan re behsa te kir. Min li parlamentoya Ewropayê behsa te kir. Ez xwişka te me. Bi hêviya hevdîtina di rojên ku em azadiyê qîr bikin de. Baş li xwe binêre.”