Ji Fîgen Yuksek dag ji bo jinan peyama 25'ê Mijdarê

16:18

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Partiya Gelan a Demokratîk (HEDP) Fîgen Yuksekdag ya ku di girtîgehê de ye ji bo jinan ji girtîgehê peyama 25'ê Mijdarê şand. Fîgen di destpêka peyama xwe de wiha got: " Di be ku her tişt wekî zahmet be bê dîtin. Dijminantiya li dijî jiyan û jinê dibe ku derbasî hucreya min jî bibe. Lê kê got ku dê karê me hêsan be? Ji ber ku karê me li gel hemû astengiyan serkeftin e. Ez di baweriya ku em ê bi ser kevin de me."

Heseroka Partiya Gelan a ( HDP) Fîgen Yuksekdag ya ku ji bo jinan ji girtîgehê peyama 25'ê Mijdarê şand di berdewamiya nameya xwe de wiha got: " Em li gel her tiştî dibêjin, dîsa azadî, dîsa aştî û dîsa demokrasî. Bi taybetî jî di 25'ê Mijdarê de û her roj helwesta jinan a li dijî tundiyê, zilm û cihêkariyê têdikoşin wê xwedî ristekî jiyanî be. Ev tarîtî wê bi jinê ronak bibe. Ez helwesta têkoşîna yekbûyî ya ku van rojên dawî li dijî yasaya efûyê ya jibo jêparmendbûna zayendî hatî nîşandan slav dikim.

Berxwedan û hevgirtina her cureyî ya berxwedana jinê ya li dijî her cure tundiyê wê diyar bike niha û siberojê..Li dijî yên ku ji tundiya zilêm-dewletê re diperizin, li dijî yên ku tundiyê, destavêtinê û jêparmendbûnê diperêzin, ji bo jinan û hemû mirovahiyê baweriya bi jiyaneke aştî û wekhev sûc be, bi hev re em ê vî 'sûcî'' berdewam bikin.