Bedia:Ya ku hikûmetê kiriye xespe

09:29

JINHA

WAN-Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçeyê tayînkirina qayyûmê û girtina hevşaredarên Wanê wek dij hiqûqê nirxand û da zanîn ku her şaredarek niha dîl hatiye girtin û gel vê dizane. Bedîayê bi lêv kir ku ya ku hikûmet dike xespe.

Di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’yan zextên li ser aliyên muxalîf, bi girtina şaredaran û tayînkirina qayyûman berdewam dike. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçeyê diyar kir ku hikûmeta ku bi hilbijartinê tiştek bi dest nexist bi hêza dewletê digire.

Bedîayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku şaredariya Wanê veguheriye qerekolê û gel nekare bikeve şaredariyê yên ku dixwazin biçin jî bi saetan rastî pêkanînên GBT û lêgerînê tên. Bedîayê da zanîn ku lêpirsînên li şaredaran hatine vekirin parçeyek listika dij ahlaqiye.

Şaredariyên AKP’ê nehatin lêkolînkirin

Bedîayê bi lêv kirku piştî hilbijartinên herêmî yên 30’ê Adara 2014’an şûnde her pêngava şaredariyan ji aliyê mufetîşan ve hatiye raporkirin, lê têkildarî şaredariyên AKP’ê de ti lêkolînek nehatiye kirin. Bedîayê da zanîn ku têkildarî şaredariyên AKP’ê de gelek îdiayên nelêrêtiyê derketine holê lê yek lêpirsînek nehatiye vekirin.