'Em ê li dijî meşrûkirina êrîşên zayendî li ber xwe bidin'

16:25

JINHA

AMED - Komîsyona Jinan a KCD'ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ku êrîşakarên îstîsmara zayendî dikin dişofîne da û wiha hat gotin: "Em ê bi hemû hêza xwe ya rêxistinkirî li dijî êrîşên zayendî yên ku li dijî zarokan tên kirin rawestin."

Komîsyona jinan a Kongra Civakên Demokrtatîk (KCD) der barê pêşnûmeqanûna ku sûcê îstîsmara zayendî diparêze ji bo ku bê dengdayînê ji meclisê re hat şandin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di dxuyaniya meclisa jinan de hat diyarkirin ku AKP ji bo ku îktîdara xwe berdewam bike, polîtîkayên xwe yên şewitandin, hilweşandin, asîmîlasyon û tunekirinê û daxuyanî wiha hat berdewamkirin: "AKP ji bo ku faşîzma xwe berdewam bike wekî her carê vê carê jî vê carê jî dîsa dest diavêje bedena jinan û bi vî awayî dixwaze ku polîtîkayên xwe yên faşîzan bike dewerê."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikûmet bi vê pêşnûme qanûnê dixwaze ku êrşkarên îstîsmara zayendî dikin bi parêze û wiha hat gotin: " Em bang li dewletê dikin ku tecawizê meşrû neke, tecawizkaran neparêze û vê pêşnûmeqanûna xwe demildest ji meclisê vekişîne. Jinan bi salan li dijî polîtîkayên dewletê yên asîmîlason tunehesibandin û yên li ser jinan li ber xwe dan. Ji îro jî dê ji bo ku zarokên bi tecawiz û êrîşa zayendî re rû bi rû mane biparêze. Em Komîsyona Jinan a KCD'ê bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina nirxên civakê yên ahlakî û polîtîk li ber xwe bidin û li gel me tevli berxwedanê bibin."