Parlamenterê ku pêşnûme pêşkêş kir paşve gavê navêje!

15:19

JINHA

ENQERE - Ji parlamenterên AKP'ê yê ku pêşnûme qanûna zewaca bi tecawizkarê xwe re li jinan ferz dike diyar kir ku ew pêşnûmeyê paşve nekişînin.

Parlamenterê AKP'ê Ramazan Can yê ku pêşnûmeqanûna bi riya zewacê mêrê tecawiz û êrîşa zayendî pêk tîne diparêze pêşkêşî meclisê kir, pêşnûmeya xwe parast û wiha got: "Tiştê ku em diparêzin, li gel ku temenê zarokê nagire jî zewacek pêk hatiye û di encama vê zewaca ku bi merasîm hatiye kirin û siyasetmedar jî tevli bûne de zarok hatiye dinê. Piştî vê li ser giliyê doktor dozgerî ketiye dewrê û kesê ku hatiye zewicandin bi dehsalan hatiye cezakirin. Di encama vê de zaroka keç ya ku bûye xwedî zarok bi zaroka xwe re li ortê maye. Em bi vê pêşnûmeyê dixwazin ku çareseriyekê ji rewşên bi vî rengî re bibînin."

Ramazan yê ku qet guh neda bertekên li dijî vê pêşnûmeyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em li pişt pêşnûmeya xwe ne û em gavê paşve navêjin."