‘Erdogan welêt ber bi aloziyê ve dibe’

12:28

JINHA

ÊLIH –Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî politikaya dewlata tirk a li ser kurdan nirxand û diyar kir ku Erdogan bi polîtîkayên xwe yên tund, welêt ber bi aloziyeke mezin ve dibe û bang li hikûmetê kir ku bi rêya demokrasiyê rê li aloziyê bê girtin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî pêvajoya rojên dawî û politikayên Hikûmeta AKP’ê yên li ser kurdan dide meşandin, nirxand. Saadetê destnîşan kir ku Serokamarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan bi darbeya 15’ê Tirmehê re pêvajoyek li gorî xwe daye destpêkirin, muxalîfên ji desthilatdariya xwe re asteng dibine berteraf dike û yek bi yek êrîşî wan dike, ji ber ku armanca Erdogan ew e ku li Tirikiyê pergala Serokatiyê bixe meriyetê lewra hemû komele û saziyên ji bo demokrasiyê xwe bi rêxistin dikin digire û deriyên wan mohr dike.

‘Gelê kurd rewşên awartetir dîtine’

Saadet di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Serokamar Erdogan ji bo desthîlatdariya xwe li Kurdistanê şer da dest pêkirin û wiha domanad: “Bi êrîş û talankirininan dixwaze kurdistaniyan bitirsinin û OHAL dan destpêkirin. Lê rastiyek jî heye ku gelê kurd tu carî ji rewşa OHAL’ê derneketiye û dewleta tirk her tim êrîşî gelê kurd kiriye. Lewra ev pêvajoya OHALê lî ser gelê kurd bandor nekiriye û natirsine, Ji ber ku kurdan gelek rewşên awartetir dîtine.

‘Erdogan welat ber bi aloziyê ve dibe’

Saadetê anî ziman erdogan bê zagon, bê hîqûq tevdigere û wiha pê de çû: “Erdogan bi politikaya xwe welat ber bi aloziyê ve dibe. Eger pêşiya vê neyê girtin, wê deme pêşiya aloziyê nayê girtin. Çareserî ne girtina parlamenter û serokên gel e. Disa bi girtina komele û saziyan alozî nayê çareserkirin. Divê demîldest serî li pergalên demokrasiye bidin û bi demokrasiye bê çareserkirin. Tirkiye dibeje ku çima em nakevin Yekîtiya Evropayê. Jİ ber ku dewleta tirk deshilatdar e û li welêt her tim mafên mirovan tên binpêkirn. Tirkiye bivê polîtîkayê tucarî nikare bikeve YE’yê. ”

‘Jin dê li kolanan bin’

Saadet li ser girtina komeleya KJA’ê jî ev tişt got: “Jinên kurd bi sedsalan ku li dijî hişmendiya bavîksalarî li ber xwe didin û berxwedana xwe bi vekirina komeleyê bi rêxistinî domandîn. Lê komeleya KJA’yê li ser biryara KHK’ê hat girtin û destûr nehat dayîn ku jin ji bo azadiya xwe têbikoşin. Ev êrîş baş dide nişandan ku dewlet di serî de ji berxwedana jinê dîtirse. Dewlet difikire ku dê jin di nava malê de bê fetisandin. Lê jin îro bêhtir xurtin û pêwistî bi komeleyê nabinin, ji ber ku dê jin berxwedan û têkoşina xwe li kolanan bidin meşandin.”

Saadetê got ku eger îro hikûmet avên aştiyanê û demokrasiye navêje sibê tu kesê ku destê wan bigire dê tune be. Lewra divê demîldest dest ji polîtîkayên xwe yên talankirinê berde û destê xwe ji ser vîna gel bikişine.