Selma Irmak: Rojên em qezenc bikin nêzin

10:01

JINHA

AMED – Parlamentera HDP’ê ya girtî Selma Irmakê diyar kir ku Tirkiyeye ev 4 mehe ketiye nav şerekî û ev jî welat berbi kaosê ve dibe. Selmayê diyar kir ku wek kevneşopiya dewleta berê bi çavên tarî, dijminahî êrîşê Kurdan dikin û wiha berdewam kir: “Ev dijminahî wê qezenc neke. Rojên em qezenc bikin pir nêzin.”

Parlamentera HDP’ê ya girtî Selma Irmakê êrîşên li dijî gelê Kurd û rewşa Tirkiyeyê ya niha têde ye nirxand. Selma ku rojek berya bikeve binçavan ev nirxandin kiriye diyar kir ku ev salek zêdetire şerekî qirêj û bê pîvan tê meşandin. Selmayê wiha berdewam kir: “Sedema êrîşên AKP’ê ya li dijî Kurdan eve ku gelê Kurd li dijî faşîzmê dikoşeye û gelê Kurd ji xwe re wek asteng dibîne.

Selmayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku AKP çanda Osmanî, xalîfetî û pergala serokatiyê tîne rojevê û dixwaze nirxên civakî ji holê rabike. Selmayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Têkoşîna Gelê Kurd di vê nokteyê de li dijî AKP’ê dibe astengî. Piştî 7’ê Hezîranê xwestin têkoşîna gelê Kurd ji holê rabikin. Partiyên muxalefetê jî piştgirî dan vê. CHP gopalê AKP’ê ye. Bahçelî ji xwe bûye baxçeyê Erdogan. Her kes ji bo dijminahiya gelê Kurd dibe yek. HDP’ê di siyaseta xwe de cih da hemû gelan. Lê wan hewlda astenb ikin. Gel li îradeya xwe xwedî derket. Polîsên AKP’ê jî êrîş dikin.”

Selmayê diyar kir kul i dijî rêveberên HDP, DBP, KJA, HDK û KCD’ê êrîş hene û anî ziman ku AKP ne tenê li Tirkiyeyê li Musul, Şehba û Rojava jî êrîşan pêk bîne.

Selmayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku AKP’ê di bin navê OHAL’ê de êrîşên bêpîvan dimeşîne û got tevî hemû êrîşan polîtîkayên AKP’ê deşîfre bûne.