'Ji civaka ku bi pêşngiya jinan bi pêş ve diçe ditirsin'

11:40

JINHA

MUŞ - Hevşaredara Gimgimê Sabîte ekîncî bal kişand ser binçavkirina Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişana û berdevka Demê ya KJA'yê Ayla Akat Ata û got ku ji ber ji civaka ku bi pêşengiya jinê pêşve diçe ditirsin êrîşî jinan dikin.

Bertekên jinan yên li dijî binçavkirina Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Berdevka Demê ya KJA'yê Ayla Akat Ata û yên ji bo êrîşên li ser saziyên jinan berdewam dikin.

Hevşaredara Gimgima Mûşê Sabîte Ekincî ya ku der barê Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gutan Kişanak û Frat anli yên ji bo Berdevka Demê ya KJA'yê Ayla Akat Ata anîn ziman wiha got: ''Îro tişta ku di kesayeta Gutan Kişanak û Frat Anli de tê kirin, neqebûlkirina îradeya kesên ku ew hilbijartine ye. Li Kurdistanê pêvajoyeke binçavkirin û çewisandinê hatiye destpêkirin û binçavkirina hevşaredaran jî nîneya vê pêvajoyê ye. AKP bi polîtîkayên xwe gelan ji hev diqetîne.''

'Em hêvîdarin ku şaştî bên sererastkirin'

Sabîte diyar kir ku armanca tayînkirina qeyûan a ji bo şarefariyan cuda ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: '' Em dubare dibêjin ku dê rastî winda nebin û hêviya me ew e ku demek berî bi demekê ji şaştiyên tên kirin bê vegerîn.''

'Jin dide jiyandin'

Sabîte herî dawî destnîşan kir ku hikûmet bi zanebûn bi ser jinan û îradeya wan de diçe û wiha dawî li axaftina xwe anî: ''Jin destê xwe bide kîderê wêderê zindî dike û jiyanekê ava dike. Ji ber ku jin dide jiyandin û jiyanê ava dike. Jinên ku pirsgirêkên wan qet nedihatin niqaşkirin û tune dihatin hesibandin îro li qada siyasetê xwedî raye ne û siyasetê bi rêve dibin. Ji ber vê jî ji civaka ku bi bi pêşengiya jinan tê rêvebrin ditirsin û êrîşî jinan dikin.''

(be/gc/mk)