Îlham Ehmed: Li hember dagirkeriyê berxwedanek dîrokî tê meşandin

09:14

Binevş Sarya-Civîn Girbawî/JINHA

QAMIŞLO - Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed di darbarê planên dagirkirina dewleta Tirkiyeyê ya li başûr û rojavayê Kurdistanê got ku divê her kes hişyar tevbigere û wiha axivî: "'Berxwedan li dijî parçekirina Sûriyê pêşdikeve."

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di derbarê geşedanên siyasî yên dawî de nirxandin kir. Îlhamê diyar kir ku bi destpêkirina operasyona Mûsilê re li Rojhilata Navîn pêvajoyek nû hatî destpêkirin û wiha got: "Rizgarkirina Mûsilê ji bo dawîkirina terorê girîng e. Herêmeke girîng e. Encamên wê jî dê herêmê bandor bike. Di heman demê de rewşa Şengalê dê bandor bike, Şengal bi dehan caran bi komkujiyan re rûbirûyê mabû. Hêza ku Şengalê biparêze û wê bixîne bin ewlehiyê di serî de ew bixwe ne. Her wiha hêzên ku hatin ew rizgar kirin e. Lê di vir de dewleta Tirkiyeyê bi hinca ku PKK'ê dixwaze li herêmê xwe bicih bike, Erdogan dibêje 'Dîroka me li Mûsil û Kerkûkê heye ye û divê em li wir bin'."

PDK, Goran û YNK bêdeng disekinin û ev metirsîdar e."

Îlhamê anî ziman ku dewleta tirk armanca xwe ya tevlîbûna operasyona Mûsilê, pir eşkere datîne holê. û wiha axivî: "PDK, Goran û YNK bêdeng disekinin û ev metirsîdar e. PDK'ê bi Emerîka û hêzên Koalîsyonê re nîqaş dike ku PKK'ê ji herêmê derîne. Ev hicet e. Ji ber PKK'ê di hemleya Mûsilê de nîne. Erdogan daxuyanî dide ku çawa li Sûriyeyê herêmeke tampon çêkirine, divê li Başûr jî vê pêşbixin û dibêjin 'me bi PDK'ê re li hev kiriye'. Her wiha dibêje 'PDK alîkarî ji me xwestiye'. Di vê navberê de tê gotin ku leşkerên tirk bi cilên pêşmergeyan derbasî hin herêman bûne. Lê mixabin li beramberî vê tu daxuyanî û helwesta PDK'ê tune ye. Di vir de projeya dagirkirina Başûrê Kurdistanê, tunekirina vîna gelê Başûr, parçekirina vîna heyî li holê ye. Hikûmeta Başûr jî dîrek hedef girtiye. Lê vê jî wek encama îtîfaqa bi kurdan re, nîşan dide. "

'Divê her kes li hember planên dewleta tirk hişyar be'

Îlhamê bal kişand ser bêdengiya hêzên siyasî yên li başûrê Kurdistanê jî û wiha domand: Dihate xwestin beriya herî kesî hêzên başûrê Kurdistanê helwest nîşan bidin û bidin diyarkirin ku qebûl nakin. Herî kêm PDK'ê bigotibûya erê yan na. Ev jî nîşan dide ku dibe li hev kiribin. PDK'ê divê bizanibe ku hevkariyeke wiha tê wateya dagirkeriya Başûr. Tirkiyeyê dibêje 'Hûkumeta Sûriyê ne rewa ye, lewre ez dikarim dagir bikim'. Heman nêzîkatiyê ji bo başûrê Kurdistanê jî nîşan dide. Siyaseta dewleta Tirkiyeyê hem di hemleya Mûsilê, hem ji bo Sûriyeyê siyaseta defacto ye. Plan datîne, mudaxele dike û hêzên herêmî û navdewletî bêdeng in. Ligel ku hikûmeta Iraqê, parlementoya Iraqê nerazîbûn nîşan da. Biryar tune ye ku Tirkiyeyê tevlî Mûsilê bibe, ligel vê jî li wir xwe ferz dike, projeyên xwe pêşdixin. Divê herkes şiyar be."

'Dagirkirina Cerablûsê Mudaxeleya rêya çareseriyê ye'

Îlham bal kişand ser geşedanên siyasî yên li Rojava û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piştî rizgarbûna Minbicê bi xwe re vîn, model û îtîfaqeke nû di nav gelê kurd, ereb, çerkez, tirkmen û gelên din derket holê. Bû mifteyeke nû ya çareseriya krîza Sûriyeyê. Lê dagirkirina Cerablûsê mudaxeleya rêya çareseriyê ye. Pêvajoya dagirkirina Sûriyeyê hatiye destpêkirin. Hem ji aliyê Cerablûsê, hem jî ji aliyê Marî ve heya Helebê, Tirkiyeyê xistiye rojeva xwe. Ev bi îtîfaqa hêzên navnetewî çêbûye. Di cewherê lihevkirinê de wek ku xuya dike herkes dixwaze Tirkiyeyê razî bike. Tirkiye ewqas alîkariya çeteyan kiriye. Komên çekdar yên bi navê Mertala Firatê derbasê Sûriyeyê dike û wan bêhêz kiriye, herkesê bi vê hêzê tehdît dike. Emerîka, Hêza Koalîsyonê, Rûsya, Sûriyeyê û Îranê tehdît dike. Herkes dizane ev ne muxalefeteke nerm e, di bin desthilatdariya El Nûsrayê de ye. Îtîfaqên wan jî dem bi dem bi çeteyên DAIŞ'ê re çêdibe. Çeteyên DAIŞ'ê herêma Marîa radestê wan kirin. Li ser vê dewleta tirk bazarê dike. Niha ev îtîfaq bi Rûsyayê re pêşketiye, hesab jî li ser kurdan û gelê Sûriyeyê tê kirin."

'Dixwazin nefesek nû bidin DAIŞ'ê'

Îlham êrîşên li Helebê jî bi bîr xist û wiha pêl da gotina xwe: "Di bombebaranên Helebê de gelê sivîl, zarok û jin bi giştî gelê Sûriyeyê tê qetilkirin. Yên çekdar, vê herêmê dewrê rejîma Sûriyeyê dikin, xwe radestê Tirkiyeyê dikin, paşê Tirkiye wan arasteyê çek dike û derbasê ciheke din dike. Komên çekdar yên ji Hema, Himsê û Helebê derxistin, hatin Idlibê û xwe radestê Tirkiyeyê kirin, niha li El Şehba li dijî gel şer dikin. Tirkiye pir eşkere dibêje 'Ez şerê PYD-YPG'ê dikim'. Bêdengiya heyî ya li beramberî vê rewşê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Hêza ku li dijî DAIŞ'ê şer kir û bi ser ket, li ser wê hêzê êrîş tê kirin, herkes jî bêdeng e. Ev jî nîşan dide ku dixwazin nefeseke nû bidin DAIŞ'ê. Dixwazin DAIŞ bi tevahî tune nebe. Ger helwestek derketibe jî pir lewaz e ku êrîşan nade sekinandin. Tenê her du alîyan hewl didin razî bikin."

'Berxwedan li dijî parçekirina Sûriyê pêşdikeve'

Îlhamê berxwedana herêma Şehba û Kantona Efrînê jî wek berxwedanek dîrokî pênase kir û wiha pêde çû: "Berxwedana Hêzên Şoreşger li El Şehba berxwedaneke dîrokî ye. Di roja yekem de di encama bombebarana balafiran de hin şervan û gelê sivîl şehîd bûn, paşê berxwedaneke mezin pêşket û paşve nevekişînin. Ev berxwedan li beramberî parçekirina Sûriyê û şikandina vîna gelê Sûriyeyê, berxwedaneke dîrokî, pîroz û bêhempa. Ev yek ji hêla gelê kurd, ereb û hemû gelên herêmê pêşdikeve. Mertala Firatê li herêmê komkujî pêk tîne û nerazîbûna gelê li dijî wê pêşketiye. Hin agahî tên ku gelê Marî nerazîbûna xwe li dijî Mertala Firatê nîşan dide. Vê hêzê gund şewitandin, li ser kurdan komkujî kir, gelê sivîl qetilkirin. Ev hêz ne muxalefet e. Li hemberî DAIŞ'ê û hêza desthilatdar şer nake, şerê gelê sivîl dikin."

'MSD'ê xebatên dîplomatîık daye destpêkirin'

Îlhamê anî ziman ku sîstema demokratîk li Sûriyeyê bê avakirin berxwedana gel mezin dibe û wiha axivî: "Ev berxwedan dê belavê hemû Sûriyeyê bibe. Ji ber gelê Sûriyeyê ji gelê kurd û pêkhateyên herêmê cesaret û mînak digire. Fêr dibe çawa li ber xwe bide. Em vê pir bi wate dibînin. Dê Efrîn û El Şehba serî tewandinê qebûl neke, pêşveçûnê esas bigire û dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmê dawî bike. MSD xebatên dîplomatîk ji bo li dijî dagirkeriyê helwestekê bide derxistin daye destpêkirin. Bi pir aliyan re, yên di nav koalîsyonê û aliyên alîkarî didin rejîma Sûriyê re hevdîtinên me hene û em hewl didin êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê bi dawî bikin."

'Êrîşên dawî xespkirina vîna gelê kurd e'

Îlham di dawiyê de jî got ku dema mirov taboloya bakûrê Kurdistanê binêre, pir xalên girîng derdikeve pêş û wiha berdewam kir: "Bi operasyona li ser Cemaeta Gulan re hemû rengên muxalefetê yên di Hikumetê û derveyî wê tune kirin. Paşê jî berê xwe dane herêma kurdan, rêveberên fermî yên herêmê têne girtin. Girtina Gultan Kişanak, Firat Anli, Ayla Akat, her wiha li hin herêman li ser şaredariyan Qeyûm teyîn kirin. Ev tev tê wateya xespkirina vîna gelê kurd. Ji kurdan re dibêje 'Yan teslîmê min bibin, yan dawiya we girtîgeh, hilweşandin û tunebûn e'. Tirkiye ne ji ber pir xurt e wiha dike. AKP'ê di nav krîzeke pir kûr de ye. AKP'ê jî dixwaze vê krîze li ser kurdan pêk bîne û ji sînorên xwe derxîne û derbasê Sûriyê û Iraqê bike. Li beramberî vê dê kurd bêdeng bimînin? Yan jî dê rabin û serhildanê bikin? bêdengî ne çareserî ye. Berovajî wê berxwedanî, li dijî her cure dagirkeriya AKP'ê û dewletê nîşandayîna vîna xurt û rêxistinî girîng e. Divê gelê kurd yan çareseriyê ser Tirkiyeyê ferz bike, yan jî vîna xwe îlan bike. Ev bi daxuyanî û xebatên rojane nabe. Ev bi serhildan û berxwedaneke giştî ya gel pêkan e. Ne tenê kurd, hemû gelê Tirkiyeyê jî divê li berxwe bidin. Divê helwesteke rast, xurt û di cih de were nîşandayîn ku ji dewleta Tirkiyeyê re bêje 'Êdî Bes e'."

(en/rc)