Fatmagul Berktay:Li cihê ku siyaset biqede şîdet dest pê dike

09:07

JINHA

STENBOL-Prof Dr Fatmagul Bertay binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û her wiha êrîşa li dijî jinan nirxand û diyar kir ku li cihê ku siyast biqede şîdet dest pê dike û got: “Ez Tirkiyeyek ku azadiya fikr û ramanê lê heye û dikare lê siyast bê kirin xeyal dikim.”

Bertekên li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û her wiha zextên li ser şaredariyê her diçin zêde dibe. Prof Dr. Fatmagul Berktay bertek nîşanê binçavkirina hevşaredaran û şîdeta polîs a li sre parlamenterên HDP’ê û endamên KJA’yê da û wiha berdewam kir: “Girtina kesên siyasetê dikin, bi erdê re kaşkirina parlamenteran ku mafên xwe yên demokratîk bikartînin û ji azadiya wan bêpar hiştin şaşiyek gelek mezine. Ez wisa difikirim ku bikaranîna azadiya fikr û ramanê mafe.”

‘Li cihê siyaset biqede şîdet dest pê dike’

Fatmagulê bi lêv kir ku siyast û şîdet li dij heve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li cihê siyaset biqede şîdet dest pê dike. Kesên siyasetê dikin, fikrên xwe tînin ziman nekare ji azadiya wan bêpar bê hiştin. Ez Tirkiyeyek ku îfadeya fikr û ramanê lê heye û dikare lê siyaset bê kirin xeyal dikim.”

(dyc/hu)