Hêvî Mistefa: Dê Şehba û Efrîn bibin kela azadiyê

10:10

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN-Hevsroka Meclîsa Rêveber ya Kantona Efrînê Hêvî Mistefa diyar kir ku gelê Rojava di nav 5 salan de fêrî zihniyeta demokrasiyê bûye, lewre dê bi berxwedaneke mezin biser bikeve.

Hevseroka Meclîsa Rêveber ya Kantona Efrînê Hêvî Mistefa derbarê şerê li herêma El Şehba û êrîşên li ser Kantona Efrînê nêrîna xwe anî ziman. Hêvî Mistefa bal kişand ser şerê 6 salan ya li Sûriyeyê berdewam dike û got ku, hêzên hegemon dixwazin vî şerî li gor berjewendiyên xwe bikar bînin.

Armanca êrîşan sîstema Federaliya Demokratîke

Hêviyê anî ziman ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê hêzên hegemon di bin vanê çareseriyê şer gurtir kirine û wiha got: “Li gor berjewandiya xwe bikar tînin. Bi taybet jî dewleta tirk ji roja destpêkê, dijîtiya hikûmeta Sûriyeyê kir, êrîşê Rojava û şoreşa gel kir. Ji ber dewleta tirk naxwaze projeya Sîstema Federaliya Demokratîk pêk bê û astengiyan çêdike. Destpêkê piştgiriya DAIŞ'ê kir, lê bi ser neket. Niha jî rûyê xwe yê rast derxistiye holê. Bi tank û balafirên xwe êrîşê El Şehba û Efrînê dike. Lê dê bi ser nekeve. Ji ber ku ev 5 sale, projeya çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê pêşketiye, projeya hevgirtina gelan pêşketiye. Zihniyeta demokrasiyê pêşketiye. Ji ber wê ewqas berxwedaniyeke mezin çêdibe."

‘Hêzên navneteweyî jî hevkarê êrîşanin’

Hêviyê destnîşan kir ku dewleta tirk wer plan dikir di nava çend saetan de herêma El Şehba dagir bike û got ku lê rastî berxwedanek bê hempa hat û bi ser neket û wiha pêde çû: “Dewleta tirk wer hesab dikir ku dê di nav çend seatan de hêza me bişkêne, gel dê ji wir bireve û wir dagir bikin. Lê şervanên şoreşger di eniyan de berxwedaneke mezin kirin. Gelê kurd û herêmê berê xwe dane cihên şer û piştgiriya xwe ji hêzên parastinê re nîşan dan. Hêzên navneteweyî bêdengin, ev jî xuya dike ku hevkarê Tirkiyeyê ne. Ji ber ew jî naxwazin projeya demokrasiyê bi ser bikeve."

Banga hevgirtinê hat kirin

Hevseroka Meclîsa Rêveber ya Kantona Efrînê Hêvî Mistefa bang li hêzên kurd û demokratîk jî kir û wiha got: "Em banga hevgirtinê li hêza kurdan dikin. Divê di vê pêvajoyê de bi yek helwestê tevbigerin. Hêzên demokratîk ên Sûriyeyê jî divê li hev bicivin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê bixwe çareseriyê pêş bixin. Herwiha hêzên demokratîk ên cîhanê jî bizanin ku êrîş ne tenê li ser Sûriyeyê ye, li ser zihniyeta demokrasiyê ye. Lewre divê li ser hikûmet û welatê xwe zext bikin ku piştgiriya Tirkiyeyê nekin. Ji ber dê teror biçe welatê wan jî."

Hêviyê destnîşan kir ku divê gelê kurd jiyana xwe li gorî şer bi rêxistin bike û wiha dawî li gotina xwe anî: “Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Çawa Kobanê bû kela berxwedanê, dê Efrîn û El Şehba jî bibe kela azadiyê û çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê. Jinên kurd jî hîna rêxistina xwe xurt bikin, xwedî li şoreşa xwe û azadiya xwe derkevin."

(en/rc)