Selma Gûrkan: Divê leşkerên tirk ji Sûriyeyê û Îraqê vekişên

09:02

JINHA

STENBOL- Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gûrkan ya ku tevlî çalakiya ‘Ji bo Demokrasiyê Hevgirtin’ ya li hember polîtîkayên şer yên hikûmeta AKP’ê pêk hatiye bûye got: “Tirkiyeyê wek hevkarê polîtîkayê tunekirin û dagirkirina Rojhilata Navîn rêve diçe.” Selmayê diyar kir ku ew ê ji bo Tirkiyeyê ji Rojhilata Navîn û bi taybet jî ji axa Sûriye û Iraqê leşkerên xwe vekşînin dê bangawaziyên xwe bidomînin.

Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gûrkan têkîldarê polîtîkayên şer yê ku dewleta Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn û bi taybet jî Sûriye û Iraqê xistiye meriyete nirxandin kir. Selmayê anî ziman ku li hember polîtîkayên şer ew ê di înşakirina pêvajoya aştiyê de bi israrbin û qala girîngiya çalakiyên ‘Ji bo Demokrasiyê Hevgirtin’ kir. Selmayê ji nîqaşên di derbarê Kerkûk û Mûsilê de derket rê û got ku tirkiye dixwaze bi aweyek yekser bibe alîgirê şer. Selmayê destnîşan kir ku di encama polîtîkayên zirav de rewşa Rojhilata Navîn ketiye nava aloziyek wiha û wiha got: “Li hember polîtîkayên şer û êrîşkirinê li Tirkiyeyê ji civakên cuda mirov hatina gel hev û tevlî çalaki û Însiyatifên ji bo Demokrasiyê Hevgirtin bûyîn girînge. Divê ji bo wekheviya gelan û piştevaniyê asta têkoşîn û çalakiyan mezin bibe.”

‘Divê têkoşîna azadî û aştî bibe yek’

Selmayê bal kişand ku dewleta tirk dixwaze nava şerê parvekirinê de cih bigre û wiha domand: “Ferqa polîtîkayên dewleta tirk ya hundir û derve ji hev tuneye. Heman polîtîkayê li ser Rojhilata Navîn jî dixwaze pêk bîne. Ev yek ne tenê encama xeta bîrdozî û polîtîk ya AKP’ê û Erdgoane. Li Tirkiyeyê hin hewirdor alîgirê polîtîkayê şerê AKP’ê ne û em li vir dibîınin ku Erdogan wek figûrek siyastê ew ê riya xwe dewam bike. Ji ber vê erka me ew ku têkoşîna azadî û aştî kirina yeke. Bersiva nîqaşên demokrastiyê em dikarin wiha bibersivînin. Mirovên ku ji bo hevgirtinê ketine lêgerîna demokrasiye, divê pêvajoyê de divê erk bigrin ser milên xwe.”

‘Em ê bangaweziyên xwe berdewam bikin’

Selmayê destnîşan kir ku di pêvajoyek wiha de bûyîna hevkarê polîtîkayên şer ew ê Tirkiyeyê bixe nava aloziyek ku jê neyê derketin û wiha pêl da gotina xwe: “Gelê Irak û Sûriyeyê dê biryarê pêşeroja xwe bidin. Ew ê bangaweziya me ji bo xurtkirina yekîtiya gel û xurtkirina piştevaniyê dewam bike.”

(kom/rc)