Aysel: Ji bo biryara seferberiyê em ê mal bi mal bigerin

10:19

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Ji Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Aysel Tugluk, diyar kir ku ew ê piştî biyara seferberiyê ji bo ku bi gel re bên cem hev mal bi mal bigerin û wiha berdewam kir: " Çi dibe bila bibe dê serkeftin ya me be."

Piştî biryara Seferberiyê ya DTK, KJA, DBP û HDP'ê ya 'Seferberiyê' biryara ku dê mal bi mal bigerin û gel agahdar bikin hat dayîn. Biryara ku ji bo pêvajoyê vebêjin a dê mal bi mal bigerin du ji aliyê Heserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ve hat aşkerakirin û Ji Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Aysel Tugluk jî der barê xebatên kampanyaê de agahî dan.

Aysel diyar kir ku ew bi serdema şîdeta dewletê ya salên 1990'î re rû bi rû ne û destnîşan kir ku li hemû qadan dixwazin ku plîtîkaya şikandina têkbirina îradeyê û serîtewandinê bixin meriyetê, lê ew ê bi gel re bi rûhê seferberiyê û bi têkoşînê bi ser bikevin.

Dê kampanya li 81 bajaran bê rêvebirin

Aysel diyar kir ku ew wekî hilbijêr niqaşên xwe berdewam dikin û bernameya biyarên ku piştî niqaşên DTK, KJA û HDP'ê bên girtin dê qademe qademe pêk bînin. Her wiha Aysel diyar kir ku di kademeya yekêmîn de dê biçin bi gel re biaxivin û wiha berdewam kir: " Ev biryarên ku dê bên girtin divê ku bi gel re bên parvekirin û dê bi gel re biryareke hevpar bê dayîn. Em ê vê kampanyaya xwe 81 bajarî bikin meriyetê."

'Li cihê ku qanûn tunebe berxwedan rewa ye'

Aysel diyar kir ku gelê bi têkoşîneke mezin hin maf bi dest xistinê û diyar kir ku tu niyeta wan a ku şaredariyên bi îradeya gel hatine bidestxistin radest bikin tune ye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi tayînkirina qeyûman re desteserkirinê dest pê kir. Li cihê ku qanûn lê ne derbasdar bin berxwedan rewa ye û dê serkeftin ya gelê berxwedêr be."

Aysel destnîşan kir ku dixwazin qada siyasetê li gelê kurd bigirin û ev tişt got: " Komara tirk din av litikeke bi xeter de ye. Dafdana kurdan ya ji nava siyasetê tê wateya destpêkirina şer û tê wateya ku ez vê pirsgirêkê çareser nakim. Ji bo me jî tenê rêyek dimîne ew jî ew e ku em bi hêza ji gelê xwe bigirin heta dawiyê li ber xwe bidin."

(mm/gc/mk)