'Gotina madam li dijî zayend û koka etnîk heqerete'

09:08

JINHA

ENQERE- Parlamentera CHP'ê ya Stenbolê Selîna Dogan bertek nîşanê gotina serokkomar a wekê 'wek mêr mirin heye û wek madam mirin heye' da û wiha got: "Di vir de hem li dijî zayendê û hem jî li dijî koka etnîkî heqeretek heye. Ev gotineke nefretê ye."

Serokkomar Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li Trabzonê de gotibû 'Wek mêr mirin heye û wek madam mirin heye'. Parlamenterên HDP'ê Îdrîs Baluken jî pirs kiribû û li ser vê Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakî Fatma Betul Sayan Kaya wiha gotibû: "Jinên Tirk pir baş dizanin wek mêr bimirin". Parlamentera CHP'ê ya STenbolê Selîna Dogan jî bertek nîşanê van gotinan da.

Selînayê wek ermeniyekê berteka xwe li ser çapemeniya civakî anî ziman û got: "Li taxa ez mezin bûm her kesî ev 40 sale wek madam xîtabê hev dikir. Niha divê hemû xwe di termînolojiya xw de lêpirsîn bikin. Ha ji we re gotinên newekheviyê." Selînayê got desthilatdarî bi van gotinan gel ji hev parçe dike.

Selînayê ji JINHA'yê re jî axaftin kir û ev tişt anîn ziman: "Em dizanin ku li Tirkiyeyê jin çawa tên kuştin. Ji ber vê di van gotinan de hem dijî zayendê û hem jî li dijî koka etnîk heqeret mijara gotinê ye.Ev gotineke nefretê ye."

Selînayê bi lêv kir ku bandoreke mezin a siyasetmedaran li ser civakê heye û anî ziman ku ev gotinên bi vî rengî ji bo guhertina rojevê tê kirin.

(de/hu)