'Divê rêxistinên jinan piştgiriyê bidin KJA'yê û ji faşîzmê re bibêjin êdî bes e'

13:01

JINHA

AMED - Piştî binçavkirina Berdevka Demê Ayla Akat Ata hat binçavkirin, di saetên serê sibehê de polîsan li Amedê bi ser navenda KJA'yê de girt. Berdevka Mclisa Jinan ya HDP'ê Besîme Konca bang li hemû jinan û rêxistinên jian kir ku li KJA'yê xwedî derkevin.

Duh piştî ku bi ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hat girtin û di encamê de hevserokên şaredariyê Gutan Kişanak û Frat Anli hatin binçavkirin, ji bo şermezarkirinê jin li ber şaredariya Amedê kombûn û êrîş û binçavkirin şermezar kirin. Di encama çalakiya şermezarkirinê de Berdevka Demê ya KJA'yê Ayla Akat Ata hat binçavkirin û îro serê sibehê jî polîsna bi ser Navenda KJA'yê ya Amedê de girtin û 4 saetan lêgerîn pêk anîn.

'Ji têkoşîna jinê ditirsin'

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê û parlamentera Sêrtê ya HDP'ê Besîme Konca ya ku li ser serdegirtin û binçavkirinan nirxandin kir wiha got: " Îktîdar ji têkoşîna jinan ditirse. Îktîdara AKP'ê bi êrîşên xwe yên li ser jinan; yên li dijî Berdevka Demê ya KJA'yê Ayla Akat Ata, li dijî Ceylan Bagriyanika ya ji Heyeta Îmraliyê û ya li dijî siyastmedarên jin ên HDP û BDP'ê tirsa xwe ya ji jinan aşkera kir û di encama vê tirsê de duh li dijî jinan êrîşên dijwar hatin pêkanîn."

'Li dijî berxwedanê êrîş zêde bûn'

Besîme aşkera kir ku ew ji zû ve bi dijminantiya AKP'ê ya li dijî jinan hesiyane û wiha destnîşan kir: " Bi qeyûmên ku hatin tayînkirin, bi êrîşan û li ser siyasetmedaran hatin kirin re AKP'ê dijminantiya xwe ya li dijî jinan carakedin aşkera kir. Ev êrîşên ku tên kirin li dijî têkoşîna me a bi sala û pêşxistina xebata me ya ji bo pergala hevserokatiyê û berxwedana jinên kurd ya li Rojava ye. Lê li dijî van hemû êrîş û pêkanînan di ve hemû jin û rêxistinên jinan hêza xwe bikin ye û li dijî van êrîşan derkevin."

(be-md/gc/mk)