'Li dijî îradeya gelê kurd şer hat destpêkirin'
10:28
JINHA 
AMED - Hevserokên jin ên HDP, DBP û DTK'ê  yên ku li ber Şardariya Bajarê Mezin a Amedê bi gel re  êrîş û  binçavkirinên ji aliyê dewletê ve protesto kirin, diyar kirin ku AKP'ê  gelê kurd  ji  xwe qetandiye û ev tişt  gotin: "Piştî ku li dijî îradeya gelê kurd şer hat destpêkirin, em ê li her derê li kolanan li berxwe bidin."
Piştî êrîşa polîsan a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê  siyasetmedarên ku jî li ber deriyê şaredariyê  bi gel re det bi berxwedanê kirin.
Hevseroka  Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel  diyar kir ku dijminantiya li dijî gelê kurd hatiye asta ku hemû destkefitiyên kurdan bên desteserkirin û ev tişt got: " Lê siyasetmedarên kurd tucaran dest ji siyaseta xwe ya demokratîk bernedane. Ji ber vê ye ku  di hilbijartinan de ji sedî 13 deng girtin û AKP'ê  li dijî vê îradê şer daye destpêkirin."
'Enqere gelê kurd welatiyên xwe nabîne'
Sebahat diyar kir ku binçvkirina şaredara Amedê,  ya Berdevka Demê KJA'yê Ayla Akat Ata,  li ber şaredariyê êrîşa li ser jinan bi bîr xist û wiha berdewam kir: " Em demokrasî û azadiyê dixwazin. Enqere kurdan welatiyên xwe nabîne û mafê şermezarkirinê ji destên kurdan digire.   Em bang dikin û dibêjin ku bila hevalên me demildest bên berdan."
'Gelê kurd ji xwe qetand'
Hevseroka giştî ya HDP'ê  Fîgen Yuksekdag  jî diyar kir ku tirkiye ber bi kaosê ve dibin û êrîşîn destkefitiyên gel dikin. Fîgen diyar kir ku faşîzeme aşkera di meriyetê de ye, di heman demê de tirkiye ber bi kaoseke herêmî ve diçe û  AKP bi pêkanînên xwe  şerê li Rojhilata Navîn kurtir dike.
'Îradeya gel temsîl dikin'
Hevseroka  KCD'ê  Leyla Guven jî diyar kir ku bi mehan e li ser kurdistanê polîtîkayeke êrîşkar tê meşandin, hemû pêkanîn jî ber dewamiya vê polîtîkayê nîşanî me didin û ev tişt got:  Hevserokên me îradeya gelê kurd temsîl dikin û em ê li hemû deran li kolanan li ber xwe bidin û nîşan bidin ku gelê kurd çawa li îradeya xwe xwedî derdikeve.
(ekip/gc/mk)

