Polîtîkaya jinan a AKP'ê:Girtina Gultanê ez nizanim, partiya min dizane

09:02

Duygu Erol/JINHA

ENQERE- Têkildarî biçavkirina Hevşaredara Bajarê Mezina Amedê Gultan Kişanakê de ji bo nirxandinê em li wezîra AKP'ê, şaredar û parlamenterên wê geriyan lê hevdîtin red kirin. Şaredara Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahînê nexwest têkildarî Gultanê ku wek wê şaredare de biaxie û wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya jî bi hinceta 'karê wê zêde ye' bersiv neda û got wê bi maîlê bersiv bide, lê venegeriya.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak piştî axaftina Komîsyona Lêkolîna Darbeyê şûnde duh êvarê hat girtin. Rêxistinên jinan, parlamenterên HDP'ê û CHP'ê bertek nîşanê bûyerê dan, lê Şaredara Dîlokê Fatma Şahîn, wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya û gelek parlamenterên AKP'ê têkildarî mijarê de nêrînên xwe negotin.

Fatma Şahînê axaftin red kir

Di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de li seranserê Tirkiyeyê 3 jin bûn şaredarên bajarên mezin. Ji jinên hatin hilbijartin Gultan Kişanak di çarçoveya operasyonên qirkirinên û qayyûman de hat binçavkirin.Me ji Şaredara Dîlokê Fatma Şahîn pirsa k udi vê mijarê de çi difikirin pirsî, lê şêwirmenda çapemeniyê ya wê got 'Gelek rojnamegeran xwest hevdîtinê bike. Lê bûyer hîna di asta darizandinê de ye, şaredara me naxwaze biaxive'.

Fatma Şahînê bi navbeynkariya şêwirmendê xwe hevdîtina têkildarî Gultanê de red kir.

Wezîr venegeriya!

Rêxistinên jinan, parlamenterên HDP û CHP'ê ev polîtîkaya çewisandin û zextê bi awayekî tûnd şermezarkirin. Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî jî di vê mijarê de bêdeng ma.

Şêwirmendên wezîra malbat û polîtîkayên civakî Fatma Betul Sayan Kaya jî gotin 'Wezîra me karê wê zêdeye, hevdîtinên wê didomin. Hun maîlê bavêjin emê li we vegerin'. Me maîl şand lê hîna li me venegeriyaye.

Her wiha sekreterên parlamenterên jin yên AKP'ê jî bi hincetên wekê 'wekîla me li devreye, li lijneyê ye, di civînê de ye' bersiv dan.

Parlamenterên AKP'ê yekem ajansa nûçeyan a jinê nizanin!

Şêwirmendên parlamenterên AKP'ê yên bersiv dan telefonên me jî gotin ew ajansa JINHA'yê nizanin û qet nebihistine.

(hu)