Aycan Îrmez: Şirnex li dijî plana Şark Islahatê li ber xwe dide

09:11

JINHA

ŞIRNEX-Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmezê diyar kir ku dewlet li Kurdistanê armanc dike u sazbûna demografîk biguhere û hemû êrîşên xwe pêk tîne. Aycanê wiha got: "Plana Şark Islahatê xistin dewrê. Ji bo ev neyê dîtin jî rojevên cuda afirandin û lê gel li dijî vê berxwe dide."

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îmrezê qedexeya derketina derve û cemawerîkirina lezgîn û piştre jî atsengiyên li dijî vegera gel a malên xwe nrixand û got Planata Islahat Şarkê didome.

'Dixwazin gel biçewisînin'

Aycanê bi lêv kir ku tê xwestin Şirnex bê mirov bê hiştin û bê çand bê hiştin û wiha got: "Piranî malbatên me yên vir dîsa salên 90'î de hatine koçberkirin. Ji ber vê xaka xwe terk nekirin û kon vedan. Ji ber vê jî dewletê bi ser konan de girtin û xwestin gel biçewisînin û bi armanca tirsê ew tehdîd kirine."

'Emê serî netewînin'

Aycanê di berdewamiya axaftina xwe de got bajarên Kurdan bi tevahî bi polîtîkayên asîmîasyonê re rû bir û ne û wiha berdewam kir: "Gelê me wisa dibêj 'Em bi ti awayî serî li dijî dewletê natewînin.' Gelê me ranta li Şirnexê dizanin û ji bo xaka xwe terk nekin berxwe didin. Dewletê di 3'ê Hezîranê de daxuyaniya fermî da û got operasyon qedyane. Lê 4 mehe ji bo berjewendiyên xwe qedexeyê dirêj dikin. armanca dewletê ew ku Şirnexê ji Kurdan paqij bike û polîs û leşkerên xwe lê bicih bike. gelê me bi asîmîlasyonê re rû bi rû ye."

'Divê her kes rabe ser piyan'

Aycanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dewletê di 2015'an de li Kurdistanê şerek da destpêkirin. Bi fermana Şark Islahatê polîtîkayên îskanê xist dewrê û ev li Kurdistanê kir meriyetê. Armanca wan eve ku bingeha demografîk a van herêman biguherin. Em wek HDP'ê vê şerma Tirkiyeyê tînin ziman. Ez bang dikim ku gelê Tirk jî hestiyar tevbigerin."

(aı/hu)