Rojbîn Çetîn: Qayyûm qezencên jinê xesp dike

09:04

Hîkmet Tunç / JINHA

WAN - Hevşaredara Artemîta Wanê Sevîl Rojbîn Çetîn ku hatibû girtin û hat tahliyekirin diyar kir ku bi hezaran salan berê mafên jinan hatin desteserkirin û xespkirin niha jî berdewam dike û zîhniyeta serdet ya mêr xespê berdewam dike.

Hevşaredara Artemîta Wanê Rojbîn Çetîn ku bi hinceta tevlî daxuyaniya îlankirina rêveberiyên xweser bibû hat girtin di rojên borî de hat berdan. Rojbîn Çetîn ji girtîgeha Sîncan a Enqereyê di 20'ê cotmehê de hat tahliyekirin. Rojbînê bandora OHAL'ê ya li girtîgehan û tayînkirina qayyûman nirxand û got: "Qayyûm bi taybetî îradeya jinê û gel xesp kiriye. Bi dengên gel bûye hevşaredar û dem ali ser peywirê bûm hatim girtin. Destpêkê birim girtîgeha Tîpa M ya wanê û piştre jî birim a Sîncanê."

'Pergala hevserokatiyê pergaleke jinê ye'

Rojbînê destnîşan kir k udi salek û nîv ya peywira xe de li ser esasa jin û ekolojiyê şaredarî esas girtine û wiha got: "Pergala hevserokatiyê ji xwe lingê vê yê ewil bû.Jinan bi pergala hevserokatiyê statuyek nû bidest xistibû. Jinan bi vê statuyê mîsyonek qezenc kir. Di alî civakî, çandî, perwerde û aboriyê de jin bû xwedî rolek aktîf."

Rojbînê di berdewamiyê de got piştî qayyûm hatine tayînkirin xebatên midûriyeta Polîtîkayên jinê hatine rawestandin û got niha di bin bana Midûriyeta çandê de xebat tên meşandin. Rojbînê da zanîn ku xespên zîhniyeta serdest ya mêr berdewam dikin.

Rojbînê wiha berdewam kir: " Li girtîgehan bi OHAL'ê re binpêkirinên mafan yên giran tên jiyîn. Li girtîgeha Sîncanê pêkanîn dijwar bûne û hemû hevdînên bi parêzeran re û yên malbatan dikin bin qeydan. Hevdîtinên taybet yên parêzer û muvekîlan ji holê hatin rakirin. Aktîvîteyên me yên civakî hatin atengkirin. Pirtûk û nameyên me hatin desteserkirin. Wek hincet jî KHK nîşan didin. Koxuşên 3 kes lê diban bû 6-7 heb."

Rojbînê destnîşan kir ku bi OHAL'ê re dixwzin hemû demokrasiyan ji holê rabikin û dixwazin aliyên muxalîf bêdeng bikin."

(hu)