Walî endama Meclisa DBP'ê Çiftçî hedef nîşan da

17:05

JINHA

MÛŞ - Endama Meclisa DBP'ê Mizgin Çiftçî wekî "Nûnera KCK'ê ya Mûşê" hat îlankirin û ji aliyê Waliyê Mûşê ve hedef hat nîşandan.

Waliyê Mûşê Seddar Yavuz, endama Meclisa DBP'ê Mizgin Çîftçî ya ku duh li ser rêya Mûş û Çewligê hat binçavkirin wekî "Nûnera KCK'ê nîşan de û kir hedef. Çîftçî ku li ser fermana Dozgerê Komarê yê Çewlikê hat binçavkirin û birin midûriyeta polîsan a Çewligê hêj di bin çavan de ye. Waliyê Mûşê îlan kir ku Çiftçî wekî nûnera KCK'ê ya ji Mûşê tayînî Çewligê hatiye kirin îlan kir. Waliyê Mûşê Yavuz, daxuyanî da û got: "Jina ku wekî Nûnera KCK'ê hatiye tayînkirin duh hat binçavkirin. Mixabin ev ev jin di maşîna wekilê Mûşê de hatiye binçavkirin. Ji ber vê yekê em dibêjin bila partiyên siyasî di qada legal de siyasetê bikin." û Çiftçî û wekîla HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelik Ozkan kirin hedef.

'Çiftçî endama pertiyeke legal e'

Wekila HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelik Ozkan jî bertek nîşanî daxuyaniya Walî da û anî ziman ku Çîftçî endama Meclmîsa DBP'ê ye û xebatên DBP'ê dimeşîne. Ozkan anî ziman ku ew dê li dijî vê daxuyaniya Walî û nûçeyên çapemeniyê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.

(ekip/dc/fk/mk)