HDP'ê cenazeyên ku nasnameyên wan neahtin tespîtkirin ji meclisê pirsî

13:41

JINHA

ANKARA - HDP'ê cenazeyên ku nasnameyên wan neahtin tesbîtkirin û cenazeyên kesên ku bêyî nasnameya wan bê tesbîtkirin hatin definkirin birin rojeva meclisê û ji Wezîrê Karên Hundir pirsîn.

Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP) Binpêkirina mafên mirovan a ligel qedexeya derketina kolanan, definkirina hin cenazeyên ku bêyî nasnameya wan bê tesbîtkirin û dirêjkirina tespîta nasnameyên cenazeyan ku dê malbatan bêhtir mexdur bike ji Wêzîrê Karên Hundir Suleyman Soylu pirsî.

Di pêşnûmepirsa ku ji aliyê parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan ve hat dayîn de ev pirs ji Suleyman Soylu hatin pirsîn:

"*Piştî ku qedexeya derketina kolanan li Nisêbînê dest pê kir û pêde çend kesî jiyana xwe ji dest da?

* Piştî ji 13' adarê û vir de nasnameya çend kesên ku jiyanaxwe li Nisêbînê ji dest dane hatiye tebîtikirin?

* Cenzeyên ku bêyî nasnameya wan bê tepîtkirin hatine definkirin hene? Ger ku hene çen kesin û li ku hatine definkirin?

*Otopsiya cenazeyan li kîjan nexweşxaneyan û saziyan hatiye kirin?

* Îdiaya ku cenaze ne li Morgan li kolanan tên rawestandin û bi xirabûnê re rûbirû mane rast e?

(sy/mk)