Ji bo bidawîbûneke qenc rêxistiniyeke qenc divê

12:37

JINHA

AMED - Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel ya ku biryara seferberiya siyaseta kurd nirxand bal kişand ser rêxistinbûnê û wiha got: " Ji bo ku em bibêjin çi dibe bila bibe dê qenc be pêdivî bi rêxistiniyeke qenc jî heye. Em ji bo ku vê jiyanî bikin em ê pêvajoyê berdewam bikin."

Hezar siyastemedarên ku di bin pêşengiya DTK, KJA û HDP'ê de hatin gel hev bi şiyara, " Em ê bi rûhê seferberiyê xwe bi rêxistin bikin û bi têkoşînê bi ser kevin" civîn li dar xistin. Di civîna ku li Amedê hat lidarxistin de biryara seferberiyê derket. Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel got ku ev civîn ji bo em ji pêvajoya heyî re bibêjin 'êdî bes e', mudaxeleyî vê rewşê bikin û ji bilî ku em pergala xwe bi rêxistin bikin, destpêkirina pêngaveke rêxistinî ye."

'Biryara bingehîn ji nû ve hevdîtina bi gel re ye!'

Sebahat bi bîr xist ku ew bi êrîşên dewletê re rû bi rû ne û wiha berdewam kir: " Li ser siyaseta demokratîk tundiyeke mezin heye, binçavkirin û operasyon hene. Lê em di baweriya ku rêya valaderxistina van hemû pêkanînan di seferberiyeke rêxistinî re derbas dibe de ne. Ji ber vê jî ji bo ku em bi ser bikevin divê ku em civakê bi rêxistin bikin û ji nû de bi civaka xwe re bên gel hev. Me di civîna xwe de jî ev mijar niqaş kirin û me biryarên ku em bi gel re ji nû de bên gel hev û li gorî polîtîkayêmn xwe rêxistiniyeke nû bi gel re ava bikin girtin."

'Rêya hêzeke rêxistinî di hevdîtina bi gel re derbas dibe'

Sebahat destnîşan kir ku di serdemeke ku şer gur bûye de hatina gel hev a bi gel re dê ji bo gel jî bibe moral û motîvasyonek û wiha destnîaşn kir: " Di 28 cotmehê de jî dê civîneke bi vî rengî li Stenbolê jî bê lidarxistin. Em ê bi HDK û bi saziyên li rojavayê Tirkiyeyê re civînekê li dar bixin û bi van civînan re em ê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê pêngaveke rêxistinê bikin."

(sg-be/gc/mk)