Bînnaz Toprak:Li dijî desthilatdariyê dema muxalefeta xurte

09:02

JINHA

STENBOL- Bînnaz Toprak tevlî civîna 'Ji bo demokrasiyê yekitî' bû û got li dijî desthilatdariya AKP'ê ya otorîter bûye divê aliyên demokratîk û azadîxwaz azadî bê parastin û bi heman armancê muxalefeteke yekpar bê avakirin.

Bi banga Yekitiya Hêza Demokratîk re Însiyatîfa Yekitiya Ji bo Demokrasiyê hatin cem hev û li Navenda Çanda Bajar a Şîşliyê li dijî polîtîkayên şer yên AKP'ê û rêveberiya 'yek kesî' ji bo avakirina muxalefeteke xurt ya yekbûyî civiyan. Parlamentera berê ya CHP'ê Bînnaz Toprak ji JINHA'yê re axivî û got divê li dijî desthilatdarî û rêveberiya 'yek kesî' muxalefet bibe yek.

Bînnazê sedema hatina cem hev a hevdîtinê jî û wiha got: "Em naxwazin bila hemû partî û kom di bin sîwaneyek partiyê de bên cem hev. Em dixwazin hemû kes li dora rêgezên sereke yên welatekî ku mirov rehet bijîn bên cem hev û tevgerek bê afirandin."

'Muhalefet qelse'

Bînnazê bi lêv kir ku demorkasiya Tirkiyeyê her diçe şûnde diçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her kesê giringiyê dide azadî, aştî û dewleta hiqûqê vê dibîne. Gelek kesên li vî welatî dibêjin emê çawa ji vir birevin û xwe xilas bikin. bi taybet jî ciwan. Di salên pêş de dikare bi koçberiyeke mêjî re em bên rû hev. Partiyên muxalefetê yên meclîsê li dijî desthilatdarîya yek kesî qels dimîne."

Bînnazê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku HDP û CHP ji ber nêzî hev nabin muxalefeteke bi bandor nayê afirandin û li Tirkiyeyê gelek aliyên çep, demokrat, sendîka û rêxistinên civaka sivîl nayên cem hev û encama vê de jî wekê ku mahkumê AKP'ê ye xuya dikin.

(kom/hu)