Foza Yûsif: Êrîş hebûna gelê kurd hedef digre

09:12

Gulan Botan/JINHA

QAMIŞLO- Endama Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê Foza Yûsif diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze ji aloziya Rojhilata Navîn sûd wergire û sînoren xwe bi dagirkirinê re fireh bike.

Endama Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federal Demokratîk Foza Yusif bûyer û geşedanên di rojevê de ji ajansa me JINHA'yê re nirxand. Fozayê diyar kir ku hêza êrîşa herêma El Şehba dike, heman hêz êrîşa Kerkûkê dike û wiha got: "Lewma di serî de gelê kurd, divê em tev bizanin ku ev êrîş hebûna kurdan hedef digire. Divê gelê kurd bi yek nêrîn û yek helwest tev bigerin. Pêwîste em li hember van lîstoka Osamaniyan a nû, şiyar bin û xwedî li şoreş û pêşeroja xwe derkevin."

'Di bingeh de şerê hegemonyayê ye'

Fozayê diyar kir ku herêm di nava şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dijî û wiha got: "Her hêz dixwaze ku ji vî şerî parekê wergire. Her çiqas di bin navê dijberiya DAIŞ'ê ev şer pêşdikeve jî, lê di bingeh de şereke hegemonîk tê meşandin. Dewleta tirk yek ji wan dewletane ku dixwaze ji vê rewşê sûd wergire û sînoren xwe fireh bike. Di dema derbasbûyî de, bi rêya hêzên Sûnî yên Exwanul Muslimîn xwest hin pêngavan biavêje lê bi ser neket. Koalîsyona muxalîf ya Sûriyeyê jî ceriband, lê ew jî pêk nehat. Paşê bi rêya Artêşa Azad, Cebhet El Nûsra û DAIŞ'ê hin hewldan kir, ev jî vala derketin. Niha jî bi leşkerên xwe ve êrîşê Sûriyeyê kiriye û dixwaze destwerdana Sûriyeyê bike. Ev jî dide diyar kirin ku Tirkiyeyê di hemû gavên derbasbûyî de bin ket. Erdogan dixwaze xwe bike împarator, lewma jî bi çavsorî tevdigere û erîşê her derê dike."

'Plana dagirkirina axa Sûriyê ye'

Fozayê kiryar û êrîşên dagirkeriya dewleta tirkiyeyê şibande dagirkeriya Moxolan û wiha axivî: "Çawa di dîrokê de Moxolan Rojhilata Navîn şewitandin û dagir kirin, Erdogan jî heman tiştê dike. Dagirkirina Cerablûsê û êrîşa li ser Herêma El Şehba û Kantona Efrînê berdewama vê planê ye. Dema ku hemleya rizgarkirina Mûsil destpê kir û dewleta Tirkiyeyê dît ku derveyî planê dimîne, vê carê dest bi plana B kir. Plana B, li gor nêrîna min gava wê ya yekemîn dagirkirina axa Sûriyê ye, gava duyemîn jî nehêle ku çeteyên DAIŞ'ê lewaz bibe. Niha dewleta Tirkiyeyê bi êrîşkirin li ser hêzên şoreşger yên herêma Şehbeyê giraniya li ser DAIŞ'ê sivik dike."

'Dê Tirkiyeyê bi her awayî alîkariya DAIŞ'ê bike'

Endama Meclîsa Damezirîner ya Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê di her wiha destnîşan kir ku, dewleta tirk di şerê Mûsilê de wê bi her awayî piştgirî bide çeteyên DAIŞ'ê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Êrîşa dawî ya li ser bajarê Kerkûkê jî beşeke ji plana dewleta Tirkiyê ye ku bi navê çeteyên DAIŞ'ê pêk tîne. Bi vî rengî dixwazin çend çûkan, bi kevirekê bikujin. Hem alîkarî bidin DAIŞ'ê , hem Heşd El Şebî lewaz dikin, hem jî darbe li kurdan bidin. Lewma divê tu hêzek kurd xwe nexapîne."

'Hêza ku êrîşê El Şehba dike êrîşê Kerkûkê jî dike'

Fozayê bal kişand li ser êrîşa dewleta tirk û çeteyên DAIŞ'ê yên li ser herêma E Şehbayê û wiha pêl da gotina xwe: "Hêza ku li herêma El Şehba şer dike û êrîş dike, heman hêz erîşê Kerkûkê jî dike. Lewma di serî de gelê kurd, divê em tev bizanin ku ev êrîş hebûna kurdan hedef digire. Divê gelê kurd bi yek nêrîn û yek helwest tev bigerin. Dewleta tirk dixwaze careke din Kurdistane dagir bike. Îro Efrîn û Kerkûk, sibe Hewlêr û Silêmayayê. Roj roja yekîtiya netewî ye. Roj roja ku em nakokiyên xwe deynin aliyekê û li hember dijminê gelê xwe bibin yek ruh, yek beden."

'Divê gel li hember lîstoka Osmaniyan hişyar bin'

Fozayê bi lêv kir ku ne tenê gelê kurd tevahî gelên li herêmê di bin metirsiya dagirkeriya dewleta tirk de ye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ne tenê gelê kurd di hedefê de ne. Çawa ku Moxolan bi dagirkirinê re tevahî gel di komkujiyê re derbas kir, dagirkeriya Erdogan jî ji bo hemû pêkhate, bawerî û olan tê wateya qirkirin ê. Ji ber tu ferq di navbera Erdogan û DAIŞ'ê de nîne. Armancên bingehîn têkbirina hevgirtina di nav gelê ereb, kurd, sûryan, tirkmen û hwd. de ye. Lewma wek pêkhateyên herêmê, divê em li hember vê lîstoka Osamaniyan a nû, şiyar bin û xwedî li şoreş û pêşeroja xwe derkevin."

(en/rc)