Ayla Akat: Divê jinên Kurdistan û Tirkiyê bibin yek

16:41

JINHA

AGIRÎ – Li Agiriyê jin bi pêşengiya KJA yê bi diruşma “Ez li Rêberê xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” li hev civiyan. Ayla akat Ata got: “Divê her jin destê xwe têxe bin kevir. Divê jinên Kurdistan û Tirkiyê bibin yek.”

Li Agiriyê bi pêşengiya KJA yê bi diruşma “Ez li Rêberê xwe ax û azadiya xwe xwedi derdikevim” hevdîtina jinan hat çêkirin. Di salonê de pankarta “Ez li Rêberê xwe ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” li gel alayên KJA yê hatin hilawistin. Di hevdîtina jinan de Berdevka demiya KJA yê Ayla Akat Ata, Parlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Huda Kaya, Dirayet Taşdemir li gel hevserokên DBP û HDP’ê yên navend û navçeyan, endamên meclisa Şaredariya Agiriyê li gel hevşaredarên navçeyên Agiriyê jî di navê de gelek jin amadebûn. Hevdîtina jinan bi deqeyek rêzgirtinê li gel sîroda “çarxa şoreşê” despêkir, diruşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azad” hatin bilind kirin.

Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dirayet Taşdemir diyar kir ku li gel şerê AKP û Serokomar dayî despêkirin jî jin berxwedanek mezin nîşan didin û wihan domand: “Hun çiqasî zilmê bikin em ê ji bi heman şêweyî berxwedanê mezin bikin. Ev 6 mehin em di nava taxan de li gel tindiyan jî tên bahev. Zagon xistine bin lingan fermana sarayê tînin cîh. Hemû êrîş jinan hedef digirin, armanca wan bêdeng kirina jinane. Ji ber ji jinan ditirsin dijminiya jinan dikin.”

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî destnîşan kir ku li gel her tiştî jî ew hevdîtina jinan dikin û wiha berdewam kir: “Sinerjiya ji vêderê derkeve dê bibe hêviya gelan.”

Berdevkê Demê yê KJA’yê Ayla Akat Ata jî got, ‘’Heke gel di nav şer de be em ê bêdeng nebin. Em ji bo ku li Rêbertî, xak û azadiya xwe xwedî derbikevin bi rê ketin. Divê her kes bizanibe ku ev berxwedan wê berdewam bike.’’ Ayla bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abudllah Ocalan û got, ‘’ Em weke jinên KJA’yê û jinên Kurd em êdî azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Divê êdî tecrîd bi dawî bibe.’’

Ayla têkildarî zext û zordariyên li ser çapemeniyê jîg ot: ‘’Li Tirkiyê çi qas çapemeniya muxalîf hebûn girtin. Di nav sînor de û li derveyî sînor televizyon dane girtin. Ji ber ku ditirsin. Ên kum e dişopînin JINHA û DÎHA ne lê malperên wan jî digirin. Ji ber ku ditirsin. Lê em jinên Kurdistanê de û rastî çiye dizanin. Hûn ê nikaribin jinan di xwe re bibin, hûn ê nikaribin şerê ku li Kurdistanê tê jiyîn veşêrin.’’

Ayla têkildarî şaredariyên ku qeyûmê tayinî wan hatiye kirin jî axivî û got, ‘’ ew saziyên jinan ku we dane gritin, li şûna wan em ê ne yêk du saziyên jinan ava bikin.’’ Ayla bi berdewamî têkildarî fezelkeyên ku li ser wan hatine kiririn jî got, ‘’destlênedana me ne di destê we de ye, destlênedana me di nav gel de ye’’

Ayla got ku, li Tirkiyê û Rojhilata Navîn tekane rêya ku dibe çareseriyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir, ‘’Em krîza Mûsilê û Rojava dizanin. Bila kes sînorên dema Lozanê bi me nede xwarin. Em ê di pêvajoya pêş de binerin bê ka sed sala bihurî çi ji dest me çûye û em ê bikaribin çi bi dest bixin. Dema ku têkildarî Lozanê sînor dihatin danîn jî li ser civakên ku dihatin qetilkirin ê ku herî pir kûr dibû Birêz Abdullah Ocalan e. Heke Erdogan bi vê nizane bila biçe Parastinan bixwîne. Li vî welatî tekane rêya ku diçe çareseriyê Ocalan e. Ê ku welêt bi rê ve dibin her kî be divê vê bizanibe.’’

Ayla jinên ku li Gimgim, Cizîrê û Silopyayê hatin qetilkirin bi bîr anî û got, ‘’Li Gimgimê peyam dane jinên Kurd. Dema ku Pakîze, Sevê li Silopî hatin qetilkirin dizanîbûn xebatkarên KJA’yê ne û sivîl in. Dîsa dema ku dayika Taybet hatî qetilkirin peyam dane jinên Kurd. Di şexsê Asya de ku li Cizîrê hate qetilkirin peyam dane hemû jinên azadîxwaz. Belê, me peyam stand, em li welatê xwe Kurdistanê dixwazin wekhev û azad bijîn.’’

(kh-va/zt)