Ji têkela siyaseta kurdan biriyara seferberiyê

12:22

JINHA

AMED - Hevparên siyaseta kurd ên bi pêşengiya KCD, KJA, DBP û HDP'ê ve bi şîara "Em bi ruhê seferberiyê xwe rêxistin bikin, bi berxwedanê bi ser kevin" li Amedê kom bûn peyama "Em li dijî êrîşkariya qirkirinê ya dawî seferberiya tevahî îlan dikin. Roj ev roj e ku yan em ê bi ser kevin an jî sedsalekî din jî winda bikin" dan.

Hemû hevparên siyaseta kurd duh li Amedê kom bûn. Nêzî hezar siyasetmedarên kurd ên bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) geşadanên li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê nirxandin. Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Hatîp Dîcle, Hevserokên Giştî yên DBP'e Sebahat Tuncel û Kamuran Yuksek, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, hevşaredar û hemû nûnerên saziyên Kurdistanê û rêveber beşdarî civîna li Tesîsên Sporê ya Şaredariya Peyasê hat lidarixistin bûn. Di civînê de biryarên girîng hatin girtin.

Encamnameya civîna ku bi şîara "Em bi ruhê seferberiyê xwe rêxistin bikin, bi berxwedanê bi ser kevin" hat li dar xistin, hat aşkerakirin. Di civînê de rexnedana pêvajoya borî hat dayîn, nîqaş û nirxandin hatin kirin. Encamnameya civînê wiha ye:

"Di civîna ku me bi şîara 'Em bi ruhê seferberiyê xwe rêxistin bikin, bi berxwedanê bi ser kevin' li dar xis de di serî de DBP, HDP, KCD û KJA, hevşeradar, nûnerên hemû saziyên kurdistanî û rêveber li dar xist de, em bi rastiya ku bi peywira pêşengî kirina gel re rû bi rû ne nêzîk bûn, ji ber ku di dema berxwedana xwerêveberiyan de ji bo yên ku li ber xwe dan berpirsyariyên xwe tam bi cih neanî, em di şexsê kesên ku di vî berxwedana bêhempa de jiyana xwe ji dest dan ji gelê Kurdistanê lêborîna xwe dixwazin. Me soz dayîna xwedîderketina vî berxwedana bêhempa dest bi civînê kir. Di wî pêvajoyê de, ne li qadên berxwedanê, derveyî wan qadên berxwedanê kêmasî hatin jiyîn. Wekî hevparên civînê em ji wan kêmasiyan xwe berpirsyar dibînin. Em soza xwe ya ji bo wan berxwedêrên bi rûmet ên ku plana qirkirinê pûç kirin dubare dikin.

Rojhilata Navîn piştî sed salek^idin dîsa bi parvekirin û dizaynê ve rû bi rû ye, serobinobûn û kaosekî mezin tê jiyîn. Tu gel û hêz li dijî vî têkoşîna ku wekî 3'yemîn Şerê Cihanê tê binavkirin bimîne, namîne. Welatê me Kurdistan jî li dilê Rojhilata Navîn a ku şer berdewam dike cih digire. Ji bo beralîkirina texrîbatên şer, fersendên ku derketine holê binirxînin û azadî û statuya xwe diyar bikin ji her demê zêdetir in.

Dîrokê nîşanî me daye ku, tekane riya serkeftinê bi ruhê yekîtiyê berxwedana rêxistinkirî ye. Di vî pêvajoya ku em li ber serkeftin û azadiya mezin an jî tunebûnê de de çavkaniya herî mezin a moralê yên ku bi gotina 'Çi dibe bila be dê encam bêhempa be' bawerî, biryarî, daxwaz û mîrateya ji bo me hiştine. Têkoşîna me ya 40 salan bi bedelên mezin destkeftiyên mezin afirandiye û hêviya serkeftinê ya dagirkeran tune kiriye. Dagirkerên ku li hemberî gelê me yê rêxistinbûyî û têkoşîna me ketine krîzê bi hêviyekî dawî di bin navê 'Pîlana Têkbirinê' de ketine nava hewladan qirkirinê. Asta şoreşê ya li Rojava û serkeftina ku di 7'ê hezîrana 2015'an de li Bakur derket holê, piştî vî Rejîma AKP'ê ya Erdogan ê ku nekarin daxwaza xwe bi cih bînin li dijî kurdan êrîşa herî mezin a dîrokê da destpêkirin.

Em wekî siyasetmedarên kurd li dijî êrîşa komkujiyê seferberiya tevahî ya berxwedanê îlan dikin

Me wekî hevparên civînê li dijî van geşedanên pêş dikevin ev biryar stendin;

- Rojhilata navîn ji nûve tê parvekirin. Hemû perçeyên Kurdistanê ji aliyê hêzên ve bi rîşên îmhayê ve rû bi rûne. Li ser gelê kurd înkar û îmha tê ferzkirin. Pêşengiya vê yekê jî îktîdara AKP'ê dike. Di hedefa esîl ya êrîşan de jî Kurdistana Bakur û Rojava heye. Çiyayên me û gundên me tên bombekirin. Bajarên me tên xerakirin. Waliyê Mêtînger ketober qeyûman tayînî şaredariyan dikin û şaredariyên me desteser dikin. Çapemeniya kurd û muxalif tê bêdengkirin. Kesên li nasnameya xwe ya kurd xwedî derdikevin ji saziyên dewletê tên dûrxistin. Siyasetmedar dil tên girtin. Li dijî destkeftiyên jinên kurd êrîşek mezin heye. Hemû gelê kurd û tirk ên bindest û derdorên muxalif û demokratîk terora dewletê tê meşandin.

- Ev êrîşa wisa mezin bê guman mezinbûna Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd nîşan dide. Nê pêkan e em li dijî van êrîşan gavan paşve bavêjin û serî bitewînin. Berxwedana ku bi civaka kurd û Tevgera Azadiyê dest pê kiriye, tevî hemû bedelên giran berdewam dike. Bi zanebûna bedelên giran têkoşîn didome. Li dijî vê konsepta êrîşa tevahî rêya bi tenê berxwedana tevahî ya bi ruhê seferiyê ye. Ji ber vê yekê em dê bi gelê xwe re berxwedana xwe ya tevahî mezin bikin. Ji bo serkeftinê em dest bi hamleya çalakî û rêxistinê dikin.

- Li dijî siyaseta kujer û înkarê, her çendî saziyên me di nava xwe de têkoşînekê bimeşînin jî di encamê de ev têr nake. Ji ber vê yekê divê têkoşînek hevpar, seknek tevahî û yek dil roj biroj mezin bibe û pêş bikeve. Ev yek nebe nabe. Dîroka têkoşîna me nîşanî me daye ku têkoşîna bi serê xwe, malbatî, û komikên biçûk encamê bi dest naxin. Ji ber vê yekê pêdivî bi têkoşîna yekîtî û tevahî heye. Divê em ji bo rizgariya azadiya gelê xwe têbikoşin. Armanca sereke ya têkoşina me rizgariyagelê me û azadiya Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê bi qasî serkeftinên mezin talûkeyên mezin jî li pêş me ne. Ji ber vê ykê divê em ji têkoşîna tekakesî û perçe perçe berdin û têkoşîna tevahî û yek pare pêş bixin. Ev hişyariya sereke ya têkoşîna azadiyê ye. Em dê bi gelê xwe re berxwedana mezin pêş bixin. Êdî têkoşîna ku em û gel bi hevre bimeşînin peyvira me ya sere ye. Li dijî siyaseta komkujiyê têkoşîna tevî gel a ji bo azadiyê peyvira sereke ya me ye. Ji bo me cihgirtina saziyên le bê guman rûmeta herî mezin e. Di vê pêvajoyê de jî êdi divê em rol û rista pêşengîtiyê jî rast bilîzin Divê kesên pêşeng bi qasî gel di ber xwe bidin û peyvira pêşengîtiyê pêk bînin. Divê bi qasî gel fedekar û berxwedêr bin.

- Em bang li gelê xwe yê wêlatparêz, hemû kesên demokrat, xwediyê bîr û baweriyê dikin ku di nava refê berxwedanê de cih bigirin. li dijî vê êrîşa tunekirin û perçekirinê di nava têkoşînê de cihê xwe bigirin.

- Hêzên dagirker û mêtînger wekî her carê dixwaze dîsa li Kurdistanê îxanetê nûjen bike û dîsa derkeve ser rûpelên dîrokê. Dixwaze bi şebekeyên îxanetê li dijî gelê kurd komkujiyê pêş bixe. Dixwaze vê komkujiya kurdan rewa bike. Çi dibe bila bibe em bang li hemû gelê xwe yê ku bi şiklên cuda di nava politîkayên AKP'ê yên komkujiyê de cih girtine û bûne amûrê lîstikan dikin ku zû bi zû xwe ji nava vê lîstikê derxin û di nava gelê kurd ê mazlum de cih bigirin.

Wekî encam roja berxwedana tevahî îro ye. An em dê bi ser bikevin. An jî em dê 100 salên din winda bikin. Em li dijî polîtikayên dagirker, mêtînger û serdestan peyvira xwe ya polîtîk û sincî û berpirsiyariya xwe ya civakî pêk bînin û li dijî van hemû êrîşan bi ruhê tevahî di ber xwe bidin. Em dê hêviya xwe ya rizgarî û azadiyê bi hêza xwe ya cewherî û berxwedanê tevahî bi dest bixin.

(kom/zt)