Heyfa Erebo: Şerê parvekirinê ya hêzên hegemon wê şer kûrtir bike

09:12

Rûken Dêrik/JINHA

RIMÊLAN - Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo têkîldarê operasyona Mûsilê û êrîşên ser herêmên Rojava got: "Tê îdeakirin ku dê şerê Mûsilê bibe gavên dawî yê şerê herêmê, lê diyar e ku ne wiha ye. Ji ber hêzên hegemon nexşeya herêmê diguherin. Ev jî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û senaryoyên wê demê dixîne bîra mirov."

Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo di derbarê operasyona Mûsilê û êrîşên artêşa tirk ya li ser herêma Şehba û Kantona Efrînê de nirxandin kir. Heyfa da zanîn ku hêzên hegemon bi armanca parvekirina dewlemendiyên herêmê şer kûr dikin û dê ev şerê parvekirinê piştî dawîbûna operasyona Mûsilê jî bidome. Heyfayê di derbarê despêkirina operasona Mûsilê de wiha axivî: "Hamleya Mûsilê demeke di rojevê de bû. Tê îdeakirin ku dê ev bibe gavên dawî yê şerê herêmê, lê diyar e ku ne wiha ye. Ji ber hêzên hegemon nexşeya herêmê diguherin. Ev jî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û senaryoyên wê demê dixîne bîra mirov. Ev şer jî li Tûnisê bi serhildanekê destpêkir û hemû Rojhilata Navîn û heta rojava daye ber xwe. Qet armanca dawîkirina vî şerî nayê dîtin."

'Hesaba hêzên hegemon li ser Mûsilê heye'

Heyfayê destnîşan kir ku siyaseta kûrkirina nakokiyan ku ji sedsal bêtirî tê pêkanîn didome. û wiha domand: "Nakokiyên mezhebî û olî didin pêş. Hêzên hegemonîk wiha dikarin xwe li herêmê zêdetir bicih bikin û parvekirinên nû çêbikin. Ev şer ji ber vê berdewam e, li Rojhilata Navîn dê ev şer kûr bibe. Tevahî hêzên hegemon dixwazin li ser Mûsilê xwedî paybin. Tê gotin ku operasyonên Reqa û Mûsilê, dê dawiya DAIŞ'ê bîne, lê li gor nêrîna min, dê di demeke pêş de Mûsil ji çeteyan rizgar bibe, lê ev ne dawiya DAIŞ'ê, ne jî dawiya şer e. Ji ber li ser herêmê lihevkirin çênebûye. Mûsil di aliyê jeopolîtîk û dewlemendiya ser-erd û bin-erd de girîng e. Lewre bala dewletên desthilat dikişîne. Herkes li ser Mûsilê dixwaze xwedî par û rol bibe."

'Siyaseta parçe bike, rêvebibe û xwe bi cih bike tê meşandin'

Heyfayê da zanîn ku li ser herêmê hin lihevkirinên Rûsya û Emerîka çêbibin jî hîna di hin xalan de li hev nekirine û wiha pêde çû: "Ev hêz bi zanebûn nakokiyên qewmî û mezhebî kûr dikin. Siyaseta parçe bike, birêve bibe û xwe bicih bike, tê meşandin. Niha li Mûsilê tişta jê re amadekarî tê kirin, careke din dabeşkirina herêmê ye. Tiştên li wir werin kirin, dê ji bo pêşeroja herêmê diyarker be. Bi îhtîmaleke zêde hemleya Reqayê jî dê piştî Mûsilê dest pê bike. Ev jî dê ji bo Emerîka ku derbasê hilbijartinê dibe dê bibe serketin û destpêkirina pêvajoyeke nû."

'Tirkiyeyê dixwaze li Mûsilê xewnên Osmaniyan bike rastî'

Heyfayê di derbarê israr û pêkutiya Tirkiyeyê ji bo beşdariya operasona Mûsilê de jî wiha axivî: "Tirkiyeyê jî dixwaze di vî şerî de xwedî rol be, dixwaze xewnên Osmanîbûnê pêk bîne. Ev bêyî agahdariya hêzên hegemon nîne. Lê di hin tiştan de jî hedê xwe derbas dike. Tirkiye dixwaze di projeya piştî rizgariya Mûsilê de jî hebe. Mûsil ciheke girîng e ji bo gelê kurd. Tirkiye pir eşkere dibêje ku dê li beramberî projeya me ya li herêmê, bi taybet li Mûsilê bibe asteng."

Êrîşa dewleta Tirkiyeyê li ser Rojava encama lihevkirinê ye

Heyfayê bal kişand li ser şerê li Heleb, Efrîn û Şehbayê jî û wiha pêl da gotina xwe: "Li Helebê şerê ku li dijî Şêx Meqsûd tê kirin, êrîşên li ser Efrîn û Şehbayê ji hêla Tirkiye û çeteyên wan ve tê kirin. Cîhan jî bêdeng e, di vir de lihevkirin heye. Divê were zanîn ku Tirkiyeyê pir israr kir biçe Mûsilê, hêzên hegemon ev nexwestin pêşiya vê girtin. Niha jî hin tewîz jê re têne dayîn. Ji bo êrîşî Rojava bike, ev lihevkirine."

'PDK bi daxwaza Tirkiyeyê tevdigere'

Hevseroka Kantona Cizîrê her wiha nêzîkatiya PDK'ê ya hevkariya bi Tirkiyeyê re jî wiha nirxand: "Hêza YBŞ'ê li Şengalê ye, li dijî çeteyên DAIŞ'ê xwedî roleke esasî ye. Lê belê di hemleya Mûsilê de ev hêz bi hinceta ku Tirkiyeyê nerazî ye, nayê aktîfkirin. Elbet di vir de rola PDK'ê berçav e. Nêzîkatiya ku tê kirin, ne li ser bingeha beşdarkirina kurdan e. Ji ber armanc ne rizgarkirina Mûsilê ye. Tişta dixuyê li herêmê hin lihevkirin, soz û peymanên veşartî dane hev. Li Mûsilê şerê heyî bi eşkereyî şerê dabeşkirina herêmê ye. Çawa di şerê Yekemîn yê cîhanê de dewletokên piçûk hatin avakirin, wiha jî hemû dewlemendiyên herêmê hatin talankirin, niha heman tişt dubare pêk tê. PDK'ê jî hevkareke vê planê ye."

'Li ser Helebê bi hev kirine'

Heyfayê daxuyand ku bernameya hêzên hegemon ser herêmê cudaye û wiha berdewam kir: "Diyare ev alozî dê zû bi zû dawî nebe. Hin îtîfaq li dijî Rojava hatine destpêkirin. Bi taybet piştî Minbic azad bû, Cerablûs dagir kirin, li Efrînê êrîş dane destpêkirin. Gundên rizgarkirî yên El Şehba bombebaran dikin. Lambeya kesk ji bo Tirkiyê hatiye vêxistin. Pir aşkere ji bo Helebê li hev kirin. Tirkiyeyê soz da ku El Nûsra vekişîne. Armanca sereke ya wan ew e ku kantonên me negihîjin hev, me li herêmê bêhêz bixin."

Çareserî projeya Federaliya Demokratîke

Heyfayê bi bîr xist ku rojên zehmet li pêşiya gelê herêmê heye û dirêjî da gotina xwe: "Di pêşerojê de rojên zehmet li pêşiya gelê me hene, divê em li gor vê amade bin. Bi taybet jî plan dikin ku herêmê parçe bikin, tenê li dijî vê, projeya Sîstema Federal heye ku dê hem Iraqê, hem jî Sûriyeyê ber bi çareseriyê ve bibe. Lewre divê têkoşîna ji bo bicihkirina vê sîstemê jî xurtir bibe."

(en/zt/rc)