'Qayyûm berhema zîhniyeta mêr ya azad nebûye'

09:01

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE-Endama Yekitiya Saziyên Jinan Sema Orgunê diyar kir ku tayînakirina qayyûman aji bo şaredariyên ku bi xebatên jinan û pergala hevserokatiyê balê dikişîne, berhema zîhniyeta mêr ya azad nebûye.

Piştî tayînkirina qayyûman a ji bo şaredariyên li Kurdistanê gelek saziyên jinan jî hatin girtin. Seroka Lijneya Rêvebriya Komeleya Bilindkirina Nirxên Mirovahî Berrîn Ugurlu diyar kir ku divê di tayînkirina qayyûman û girtina saziyên jinan de hemû aliyên muxalîf berpisyariyê bigirin ser xwe ûgot li dijî vê pêvajoya bi zext ne bê dengî divê deng bê bilindkirin, an jî wê ev girtin belavî her cihê bibin.

'Yekane çareserî têkoşîne'

Berrînê bi lêv kir ku divê bi taybet li dijî girtina jinan û saziyên jinan bê hestiyarî neyê mayîn û wiha got: "Ev rewş nayê qebûlkirin. Destdanîna ser saziyên jinan tê wateya dest dana hemû jinan. îro li Kurdistanê bi destê qayyûman saziyên jinan tên girtin lê bandora vê ya herî mezin wê li ser jinan be. Em belkî fikrên cudane lê em têkoşîna jinê dimeşînin. Bila kes nebêje dest nadin me. Yekane çareserî têkoşîne."

'Pirsgirêka azadkirina mêr'

Endama Yekitiya Saziyên Jinan a Îzmîrê Sema Orgunê jî balkişand ser azadiya mêr jî û got pirsgirêka sereke pirsgirêka ne azadbûna mêre û wiha got: "Qayyûm jî berhema zîhniyeta mêr ya nehatiye azadkirinê ye. bi destên qayyûman êrîşên saziyên jinan dikin. ev gelek xetereye. Hemû navendên jinan niha di bin rîskê de ne."

'Çima deng dernaxin'

Semayê balkişand ser pergala hevserokatiyê û got: "Bi pergala hevserokatiyê jinan zêdetir di siyasetê de cih girt. Em piştgiriyê didin vê pêkanînê. Ev pêkanîn di HDP'ê de heye û em dixwazin di partiyên din de jî hebe. Îro li dijî qayyûman kes dengê xwe dernaxe. Ev jî ji berk u jin kêm di siyasetê de cih digirine. Divê em dengê xwe li dijî qayyûman derxin."

(rt/hu)