Binçavkirin piyên siyasî yên operasyona qirkirinê ne
13:35
JINHA
ANKARA -  Parlamenterê HDP'ê yê Enqerê  Sirri Sureyya Onder diyar  kir ku operasyonên duh li Enqereyê li dijî HDP'ê pêk hatin, piyên siyasî yên operasyona  îmhakirina HDP'ê ne û ev tişt got: "Asteke zilmê jî heye. Dema ku mirov bibêjin ji vê rêyê wêdetir rêyek din jî heye hemû tişên xwe winda dikin."
 
Parlamenterê HDP'ê  yê Enqerê Sirri Sureyya Onder û nûnerên saziyê  li Navenda Giştî ya HDP'ê   der barê operasyonên qirkirinê yên siyaseta kur de  li Navenda giştî ya HDP'ê  civîn li dar xistin. Di civîna ku hat lidarxistin de  malbatên kesên  ku di çarçoveya heman operasyonê de hatin binçavkirin û  gelek nûnerên  saziyan jî amade bûn.  Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder yê ku bi silavkirina malbatan dest  bi axaftinê kir di civînê de wiha got: " Ev operasyon tenê ne li dijî HDP'ê li dijî hemû kes û siyaseta muxalîf tên kirin û îktîdara AKP'ê ya ku hem û muxalefet kiriye hedefa xwe armanc dike mûmuxalefeta siyasî ji holê rake."
Sirrî destnîşan kir ku operasyona li Enqereyê du li dijî  HDP'ê pêk hat  hin taybetmendiyên wê yên cuda hebûn û axaftina xwe wiha berdewam kir: " Komeleya Rojava komeleyeke ku ji bo trajediya li herêmê hat jiyîn dibe bersiv û  saziyeke sivîl e.  Êrîşa li dijberî vê jî dide xuyakirin ku AKP  bi planên xweyê ku bi A û B'yê bi nav dike ji bo Rojhilata Navî di eslê xwde nêzîkatiyeke ku divê bila kur li ser vê axê nejîne ye."
Tolê  hiltînin
Sirri  ragihand ku kesên hatine binçavkirin  di têkoşîna demokrasiyê de bedel dane û wih berdewam kir: "Kesên ku li enqereyê  di nava xebatên siyasî de ne û rastî neheqiyê hatin , dema ku li pişt xwe zîvirîn hevalên me dîtin.  Ev di nav xwe de tolhildanê jî dihewîne."
'Operasyonê çavtirsandinê ne'
Sirri diyar kir ku Opersyon  ji bo durxistin û çavtirsandinê pêk hatiye û wiha axivî: " Ev Operasyon ji bo kesên ku bixwazin li HDP'a ku tê xwestin ji siyastê bê dûrxistin  xwedî derkevin pêk hatiye û operasyona  çewisandin û çavtirsandinê ye. Lê  tiştek  ji bîr dikin ew jî ew e ku em ne biyaniyên vê rewşê ne. Gel tu carî bi vî awayî nehatiye terbiyekirin û dê neyê terbiyekirin jî."
(de-he/sy/mk)

