Li Enqere û Stenbolê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin

11:06

JINHA

ANKARA - Li Enqere û Stenbolê di encma serdegirtinên malan de gelek kesên ku di nav wande endamên sendîka, komele û endamên partiyên siyasî jî hebûn hatin binçavkirin. Her wihha Li Wanê jî 5 kes hatin girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê dan destpêkirin berdewam dikin. Di çarçoveya van Operasyon de li Enqereyê di serî de taxên Çankaya û Yenîmahaleyê bi ser gelek malan de hat girtin. Dî serdegirtinên ku hatin kirin de bi ser malên kesên ku di nav wan de Endamên Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Sendîkaya Kedkarên Buroyan (BES), Egitîm Sen, endamên Komeleya Demokratîk a Elewîyan(ADAD) û Rêveberên Komeleya Alîkariya ya Rojava jî hebûn de hat girtin .

Li gel lêgerînên ku berdewam dikin navê kesên ku hatin binçavkirin wiha ne: " Endama PM'a HDP'ê Atiye Eren, Rêvebera HDP'ê ya Bajar a Enqereyê û Dayika Aştiyê Yildiz Bahçecî, Endamê PM'a HDP'ê Bulent Durukan, yê BES'ê Denîz Kirim, Rêveberê Komeleya Alîkariyê ya Rojava Arîf Yildiz, Endama ADAD'ê Sevgî Kîşîn. Rêvberê Egitîm Sen'ê Mazlum Bîrcan, nûnera TUAD- FED'ê ya Enqereyê Havva Ozgan, dayika aştiyê Kadriye Ozgan û Fahrî Yalço, Şerîf Otî." Her wiha Nûçegîhana DÎHA'yê Ayşe Surme jî ji ber ku li mala endama PM'a HDP'ê Atiye dima jî hat binçavkirin.

Li Bolûyê jî bi ser mala Hevserokê Bajar ê HDP'ê Ozgur Gunaydin de hat girtin û Ozgur hat hat binçavkrin.

Li Stenbolê serdegirtin

Li stenbolê jî di serî de taxa Gaziyê li gelek taxan bi hevkariya helîkopeterê li gelek taxan serdegirtinên malan pêk hatin . Di serdegirtinên ku bi polîsên hêza taybet a polîsan bi ser gelek malan de hati girtin. Der barê binçavkirinan de tu agahî nehat girtin.

Li Wanê 5 kes hatin girtin

Di encama serdegirtinên ku hefteya borî li Wanê hatin kirin de jî 38 siyasetmedarê ku hatibûn binçavkirin derxistin Edliyeya Wanê , siyasetmedarên ku derxistin edliyeyê 8 kes ji wan hatin berdan, ji 30 kesên ku sewkî dadgeha nobedarhain kirin jî 5 kes bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin û 23 siyasetmedar jî hatin berdan. Navê kesên ku hatin girtin wiha ne: " Hevserokê Bajar ê DBP'ê Murat Sarisaç, Hevserokê HDP'a navçeya Wanê ya Rêya Armûşê, Hazim Harmanci, Hevserokê navçeya Artemêta Wanê Medenî Ozer û siyasetmedar Dîlaver Taşdemîr û Necat Taniş."

(de/sy/mk)