Sebahat: Li gel hemû êrîşan em li ser piyan e

16:30

JINHA

DÎLOK – Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel diyar kir ku di rojên dawî de 2 hezar û 500 endamên wan hatine girtin û wiha berdewam kir: “Nikarin me têk bibin”

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, tevli 4’emîn Kongreya Bajar a Rexistina Bajarê Dîlokê bû. Sebahat di tevlibûna xwe ya kongereyê de bal kişnad ser polîtîkayên şer û kesên ku di 20 tebaxê de li Dîlokê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.

Sebahat diyar kir ku dewletê rêveberên wan ên partiyê girtine, bi êrîşan re rûbirû mane û wiha berdewam kir: “ Di rojên dawî de 2 hezar û 500 rêvber û endamên partiya me hatin girtin. Lê ji dijberî vê me her li ber xwe da. AKP partiya yek kesî ye. Ger ku ew kes bê girtin dê partî belav bibe. Lê hevalên me vê di bin çarçoveya têkoşîna demokrasî û wekheviyê de dikin. Ji ber vê jî çiqas êrîş dikin bila bikin wê nikaribin me têk bibin.”

(gc/mk)