Ji jinên HDP’ê ji bo Serokomar: Dijminiya we ya jinan stratejîke

15:42

JINHA

ENQERE - Meclîsa Jinê, Koma Parlamentê ya Jinê û Hevserokên Jinê yên HDP'yî gotin, "Zimanê nefretê û polîtîkayên dijminatiya Erdogan a ser jinan bi ti awayî nikarin bi me" û ji bo têkoşîna hevpar bang kirin.

Meclîsa Jinê ya HDP'ê, Koma Jinê ya Parlamentê ya HDP'ê û Hevserokên Jin ên Rêxistinên Bajaran ên HDP'ê, nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Serokomarê Tirk dan. Di daxuyaniyê de Berdevka Koma Jinên HDP’ê ya Parlementoyê Filiz Kerestecioglu axivî. Filiz axaftinên Erdogan li Balafirgeha Trabzonê kirî bibîrxist û got, "Serokkomarê Tirk Erdogan di şeva 14'ê Cotmehê de li Balafirgeha Trabzonê, li ser bîranîna kesên di hewldana darbeyê de jiyana xwe ji dest dan, axivî. Erdogan li vir got, 'Mirina bi mêranî heye, mirina bi xanimî heye. Bila mirina me bi mêranî be'. Bi van gotinên xwe, careke din em jin hedef girt."

Filiz diyar kir ku, Erdogan niyeta xwe ji bo pêkanîna hilbijartina Serokatiyê eşkere kiriye û wiha dewam kir: "Xuya ye mirovên jê re daxivin, 'welatiyên' ku wan cidî digire, mêr bûn. Diyar e kesên ku Erdogan dixwaze li pêşberî xwe biîne, mêrên ku ji bo xatirê wî bimire, hukmê li jinan bike, eger pêwîstî pê hebe canê xwe ji dest bide û jinan bikuje. Zîhniyeta mêr a AKP'ê ya bi pêşengiya Erdogan bi rengekî rêk û pêk êrîşî jinan dike, pêşî li kuştina jinan vedike û bêyî li ber xwe bikeve, li hizûra jinê radibe jina tê kuştin biçûk dixwîne.”

Filiz wiha berdewam kir: “Kesekî ku bandorê li beşeke civakê dike û li asta Serokkomariyê ye, em dizanin ku gotinên wî yên dijminatiyê li jinê dike, wê bigihêje derdoreke berfireh. Ev gotinên ku mirinê pîroz nîşan dide û mêraniyê ferz dike, wê bandorê li jiyana hemû jinên ji her temenî, çînî, nêrîna siyasî, etnîkî û olî bike.
Em ji Serokkomar dixwazin bi rengekî vekirî mebesta xwe eşkere bike! Serokkomar Erdogan; 'mirina mîna xanimê' tê çi wateyê? Haya we ji we heye, ku bi zimanê nefretê hûn jinên Ermenî, Rûm, Yahûdî ku ji gelên qedîm ên vê axê ne biçûk dixînin û Destûra Bingehîn binpê dikin? Em pê dizanin, ku mîna dijminatiya we ya li gelan, baweriyan û çandan, dijminatiya we ya li jinê jî stratejîk e! Serokkomar çi dibêje bila bêje, 'xanim' jî, jin jî li pêşberî zimanê nefretê û polîtîkayên dijminatiya li jinê yên Erdogan serî netewandine û wê netewînin."

Filiz li hember gotinên nefretê bang li hemû jinên Tirkiye û cîhanê kir, ku li dijî vî zimanê nefretê bisekinin û got, "Bi hevgirtina jinan em dikarin pêşî li şer, kuştina jinê, cihêkarî û nefreta li dijî jinê bigin."

(he/zt)